Nêçîrvan Barzanî çû Bexdayê 2023-04-08 12:44:15 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi şandeyekê serdana Bexdayê kir, tê payîn bi rayedarên Iraqê re bicive.   Li gorî nûçeya Rojnewsê, di saetên serê sibê de serokê Herêma Kurdistana Federe Nêçîrvan Barzanî bi şandeyek bilind re çûye Bexdayê. Nêçîrvan Barzanî wê tev li merasîma 42’yemîn salvegera damezrandina rêxistina Bedr û salvegera kuştina Mihemed Baqir Sedr bibe.   Rojnewsê di nûçeya xwe de diyar kir ku Nêçîrvan Barzanî wê li Bexdayê bi serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd, serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî, serokê parlametnoya Iraqê Mihemed Helbûsî û serokê Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê Fayiq Zeydan re bicive.