Hinceta şewitandina înfaza girtiyê 30 salan: Birayê wî serdana girtiyekî din kiriye 2023-04-08 10:48:29   MÊRDÎN - Yaşar Aslan ê 30 sal in girtî ye têkildarî taloqkirina berdana xwe serî li Dadgeha Înfazê dabû, lê dadgehê serlêdan qebûl nekir. Dadgehê di biryara xwe de weke hincet serdana birayê Aslan a girtiyekî din nîşan da.    Yaşar Aslan (50) ê 30 sal in di Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Tekîrdagê de tê ragirtin tevî ku cezayê lê hatiye birîn qedandiye jî nayê berdan. Aslan ê di 15’ê çileya 1993’yan de hate girtin û diviyabû di 27’ê kanûna 2022’yan de hatibûya berdan biryara Lijneya Çavderiyê ya Girtîgehê cara duyemîn 3 mehan hate taloqkirin. Hate diyarkirin ku derbarê Aslan de wê di tîrmeha 2023’yan de ji nû ve nirxandin bê kirin. Îtîraza ku Aslan li Dadgeha Înfazê kir jî nehate qebûlkirin û dadgehê di hinceta xwe ya neqebûlkirinê de îşaret bi biryara Lijneya Çavdêriyê ya Girtîgehê kir.    ‘CEZAYÊ DÎSÎPLÎNÊ YÊ NEHATIYE RAKIRIN NÎNE’    Di biryarê de hate diyarkirin ku cezayê dîsîplînê yê Aslan ku nehatiye rakirin nîne û wiha got: “Daxwazeke wî ya serbixwe bimîne nîne, bi daxwaza xwe li hawîra bi rêxistinî dimîne û dibêje ku îfadeyên di dosyaya wî de di bin îşkenceyê de wergirtine, sûcên xwe qebûl nekirine.” Di beşa nirxandinê de tê diyarkirin ku Aslan di hejmartinê û lêgerînê de li dijî personelan tu pirsgirêk dernexistiye û ev tişt hatin gotin: “Tev li aktîvîteya sporê bûye, tev li dersen yekeya rehbertiyê ya manewî nebûye.” Di nirxandina ku hat gotin ku cezayên dîsîplînê yên ku Aslan di dema 30 salan de girtiye hene û wiha hat gotin: "Nayê dîtin ku amade ye bi civakê re entegre bibe."   Di biryara hate gotin ku Aslan girîngiyê dide xwe nêrîna xwe, paqijiyê û li gorî bergiriyên tenduristiyê tevgeriyaye ev îdia hatin kirin: “Her çiqas li gorî bergiriyên tenduristiyê tevgeriya be jî dem bi dem ketiye çalakiya greva birçîbûnê, li gorî rêziknameyên bi armanca ewlehî û pergala girtîgehê hatine danîn tevnegeriyaye.”   ‘SÛC NAKE LÊ DÊ DI NAVA PKK’Ê DE BIMÎNE’    Di berdewama nirxandina ku hinceta şewitandina înfazê serdana birayê Aslan, Mehmet Aslan a girtiyekî din ku di heman girtîgehê de tê ragirtin hate nîşan dan de wiha hate gotin: “Di encama nirxandinên desteya me de hat destnîşankirin ku mehkûm ê bersiveke zelal nedaye pirsên li ser rêxistina terorê ya çekdar a PKK’ê û bersivên girover dane û piştî girtî were berdan wê tiştekî ku ceza bigire neke û lê belê ew ê di nava rêxistina terorê ya çekdar a PKK'ê de cih bigire.”   ‘CEZAYÊ WÎ YÊ DÎSÎPLÎNÊ HEBE JÎ SÛC E NEBE JÎ’    Dadgeha Înfazê bi hincetên ku qala wan hate kirin biryar da ku Aslan “ne di rewşeke baş de ye”. Parêzer Kamûran Akyuz ê biryar nirxand, diyar kir ku ji bo berdana muwekîlê wî her cure hincet hatine pêşkeşkirin û wiha got: “Ceza negirtina dîsîplînê ya muwekîlê min jî kirine sedem. An ku cezayê wî yê dîsîplînê nebe jî nayê berdan, ji ber ku cezayê dîsîplînê nîne nayê berdan.”   MA / Ahmet Kanbal