Cendermeyan êrişî nobeta li Mûglayê kirin 2023-04-08 10:06:03   MÛGLA - Cendermeyan êrişî kesên ku li dijî kargeha çîmentoyê ya çêkirina wê didome li gundên Deştîn û Bayirê nobetê digirin kirin û gundî binçav kirin.   Çalakiya nobetê ya ji aliyê gundiyên ku rêya ku diçe kargeha çîmentoyê ya li gundên Deştîn û Bayir ên Muglayê hatibû destpêkirin, di roja 6’emîn de berdewam dike. Cendermeyan di saetên serê sibê de êrişî gundiyên ku nobeta xwe didomîne kirin. Di êrişê de Engîn Ûyan, Dîlber Ozdemîr, Çagdaş Ozdemîr, Seher Şener, Satîke Sari, Ferah Gumuş, Hasan Sari hatin binçavkirin. Gundiyan diyarkirin ku dibe hejmara binçavkiriyan zêde bibe. Hate diyarkirin ku cendermeyan kesên binçavkirine birine qereqolê û ji ber Çagdaş Ozdemîr ji 18 salî biçûktir e hatiye berdan.    Li bendemayîna gundiyan a li ber qereqolê didome. Gundiyên ku destûr nedidan qazana klinker û firinê derbas bibe, li herêma Bayir kon vedabûn û nedihiştin kamyon derbas bibin.