Sê mehan di îşkenceyê de ma: Ez jibîr bikim jî xewnên min wan jibîr nake 2023-04-08 09:58:39     ŞIRNEX - Meryem Orûç ku di sala 1992'yan de 3 mehan hatiye îşkencekirin û gundê wê li ber çavê wê hatiye şewitandin, diyar kir ku wê ew îşkence jibîr kiribin jî lê xewnên wê tu carî ew jibîr nekirine û got ku ew ê tu carî heqê xwe li vê dewletê helal neke.    Di salên 1990’î de ji ber polîtîkayên "ewleparêziyê" ên dewletê bi hezaran gundên Kurdistanê hatin valakirin û şewitandin. Di van salan de ku îşkence di asta herî jor de bû, bi sedan kes hatin qetilkirin û gelek ji wan jî ji aliyê hêzên dewletê ve hatin windakirin. Her çendî kiryarên ku bi sedan kes qetil kirin û îşkence kirin eşkere bûn jî, der barê kesî ji wan de jî lêpirsîn û doz nehatin kirin. Di sala 1992'yan de ji malbatên rastî vê îşkenceyê û tahdeyê hatin yek jê jî malbata Acarê ya li gundê Bînîsra yê navçeya Basayê bû. Bavê 7 zarokan Abdullah Acar (45) wan salan gelek caran hatiye binçavkirin, bi îşkenceyên giran re rû bi rû maye.    Acar ku rastî îşkenceyên giran tê êdî nema dikare li gund bisekine û ji gund derdikeve. Piştî Acar jî li ser gund û malbata wî zext û êrîş zêde dibin. Acar ê ku 2 salan ji gundê xwe dûr dimîne, di sala 1992'yan de gundên wan tê şewitandin û malbata wî hemû tê binçavkirin. Acar ku vê agahiyê distîne ji bo ku bi hawara wan ve biçe berê xwe dide gund, lê belê di rê de tê qetilkirin. Keça wî Acar, Meryem Oruç (48) ku wê demê 17 salî bûye, li gel malbata xwe tê binçavkirin û di qereqola Banêxanê de rastî îşkenceyeke giran tê. Orûç, sê mehan di îşkenceyê de dimîne. Heft gundiyên wan jî ji helîkopterê tên avêtin. Orûç dema ji binçavan derdikeve agahiya mirina bavê xwe digire. Cenazeyê bavê wê li gund tê definkirin, lê belê Orûç ji ber ku hê di bin bandora îşkenceyê de bûye, newiribûye tevlî merasîma cenazeyê bavê xwe bibe. Orûç hê niha jî dema ku polîs û leşkeran dibîne heman tiştî his dike. Li ser laşê dayika 6 zarokan Meryem Orûçê hê jî şopên îşkenceya wê demê hene.     Orûçê serpêhatiya xwe ji ajansa me re got.    BAVÊ WÊ RASTÎ HER CURE ÎŞKENCEYÊ HATIYE   Orûç anî ziman ku bavê wê her tim di bin îşkenceya dewletê de bûye û got ku her cure îşkence li ser bavê wê hatiye ceribandine û wiha behsa wan rojan kir: "Gundiyan her tim giliyê bavê min dikir. Ji ber van giliyan leşkeran bi sedan caran bi ser mala me de girtin. Xelkê bela xwe ji me venedikir. Ji ber wê nasnameya bavê min a welatparêziyê malbata min her tim di hedefê de bû. Her carê leşkeran bi ser mala me digirt û digotin, 'Abdullah li ku ye?' Ji ber bavê min, her tim gundiyan li qada gund kom dikirin û pirsa bavê min ji wan dikirin. Bavê min nedikarî tiştekî bike. Bavê min ji bo ku debara me bike ji bo kar çûbû derveyî bajêr. Dema ku vegeriya me jê re got ku leşkeran pirsa wî kiriye û ew jî çû qereqolê. Rojekê ew di binçavan de hiştin. Şev û rojekê di îşkenceyê de ma. Roja ku bavê min hat malê laşê wî hemû xwîn bû. Li ser laşê wî dewsa jopan hebû. Gelek zilm lê kiribûn."   Orûçê wiha domand: "Rojekê piştre dîsa cerdevanek hat pirsa bavê min kir. Hê ji îşkenceyê têr nebûbûn. Piştre dîsa qereqola Kereşa gazî bavê min kir. Bavê min çû qereqolê. Dema ku ew birin qereqolê hê birînên wî necebirîbûn. Her roj qereqolekê ji bo îfadeyê gazî bavê min dikir. Qereqola Kereşa jî bavê min berda û vê carê jî ji Amedê gazî wî kirin. Ew birin Amedê û li wir jî îşkence lê kirin. Li ser laşê wî naylon helandibûn û tu îşkence nemabû lê nekiribn. Bavê min girtin û salekê di îşkenceyê de ma. Piştî ku hat malê jî îşkence lê kirin. Ew îşkenceya li Amedê careke din li vir jî lê kirin. Di îşkenceyê de diranên wî şikandibûn. Bavê min ji ber ku nedikarî bimeşe û xwe li ser lingên xwe bigire bi helîkopterê anîn gund. Tu zirara bavê min negihiştibû tu kesî. Me nedikarî ew bibe ser bijîşk jî û me bi derfetên xwe ew derman dikir. Ji ber vê îşkenceyê û zordariyê em neçar man û em koçberî Cizîrê bûn. Lê li vir jî bela xwe ji bavê min venekirin."   GUNDÊ WAN LI BER ÇAVÊ WAN ŞEWITANDIN   Oruçê diyar kir ku ji ber zordestiya dewletê ew bi salan ji bavê xwe dûr mane û wiha domand: "Demsala zivistanê bû û rojekê leşkeran dîsa dora gundê me girt. Dêya min wê demê ducanî bû. Ew kesê ku bavê min di girtîgeha Amedê de îşkence kiribû hatibû. Ji bavê min re got, 'Me daye xatirê hevjîn û zarokên te. Yan na me yê avahiya te hilweşanda û tu dê di bin de bimana' û piştre çûn. Piştre bavê min jî xatirê xwe ji me xwest û got, 'fermana mirina min dane divê ez biçim.' Bavê min çû û du salan xuya nekir. Em neçar man û em dîsa vegeriyan gund. Ez li her derî li bavê xwe digeriyam. Du havîn û du zivistan derbas bûn, min bavê xwe nedît. Min wê demê bavê xwe hembêz kir û çû. Piştre agahî hat û gundiyan got ku wan li cihekî ew dîtiye. Dema min xeber stend ku sax e, wê gavê min lîrand. Careke din dewletê avêt ser gund. Gundî hemû revîn çûn. Piştre di nav wan leşkeran de yekî payebilind hat cem min û ji min re got, 'tu ji ku yî?' Min jê re negot. Gundê me gulebaran kirin û piştre jî gund şewitandin. Ew mal li ber çavê min şewitandin. Mala mamê min jî şewitî. Dema ku şewitî ez li ser derenceyê bûm. Dêya min jî di wî xaniyî de bû. Bang min kir û got, 'her du birayên xwe bibe û here.' Min her du birayên xwe anîn û ez hatim mala xwarziyê xwe. Bi qasî heyvekê ez û birayên xwe li wir man."    SÊ MEHAN EW ÎŞKENCE KIRINE   Meryem Orûçê bi lêv kir ku di binçavan de bi cihekî ve daliqandine û îşkence lê kirine û got ku wê hingê rûyê dewletê yê tarî dîtiye û got: "Piştî ku mehek derbas bû dewletê dîsa bi ser malê de girt. Di nav wan de leşkereke payebilind ji min re got, 'Tu ji ku yî?' min jî ji tirsa 'ez hatime nexweşxaneyê.' Piştre destê min ji paş ve girêdan û ez binçavkirim. Dotmama min jî di nav de em 6 kes bûn. Em binçavkirin. Lı navê min dipirsîn, li navê bavê min dipirsîn, lê min nikaribû bersivê bide. Ji ber ku ez ditirsiyam. Dema ez binçavkirim ez 15 salî bûm. Dema ku bavê min çû jî ez 13 salî bûm. Ez birim kirim hucreyekê û hatin ji min re gotin, 'Me bavê te kuştiye agahiya te jê heye?' Min got hûn derewan dikin. Piştre îşkenceya wan dest pê kir. Her roj ez îşkence dikirim. Destê min û lingê min ji ber îşkenceyê werimîbûn. Neynûkê min kişandin. Min dikir qîr û hawar. Hawara min heta Banêxanê diçû. Her roj ez hilawîstim û îşkence li min dikirin. Ez sê mehan di binçavan de mam û di wan sê mehan de bênavber ez îşkence dikirim. Tiliyê min di îşkenceyê de diteqiyan. Yekî payebilind di dema îşkenceyê de ji min re got, 'Bi min re bizewice.' Jinmama min û dotmama min girti birin Amedê, dêya min Zêwe girtin birin qereqolê. Bi carekê re malbata min hemû girtin."    SÊ SALAN JI TIRSA NEÇÛYE SER GORA BAVÊ XWE   Orûçê anî ziman ku piştî bavê wê hatiye qetilkirin ew sê salan ji tirsa dewletê neçûye ser gora wî û wiha berdewam kir: "Piştî ku sê mehên min tijû bûn ez berdam. Piştî ku ez hatim berdan, kesekî deriyê mala xwe ji me re venekir. Kesekî nediwêrî ku deriyên mala xwe ji me re veke. Piştre min agahiya mirina bavê xwe girt. Bavê min dema ku dizane ez hatime binçavkirin li pey min tê û tê kuştin.  Dema ku min agahiya mirina bavê xwe girt, ez jî mirim. Bavê min li gund hat definkirin lê min newerî tevlî merasîma cenazeyê wî bibim. Ji ber ku ez ji dewletê ditirsiyam û 3 salan min newêribû biçim ser gora bavê xwe û jê re duayekê bikim. Bavê min bêguneh bû. 7 zarok li pey xwe hiştin û çû. Ma kî dixwaze zarokên xwe bihêle û biçe?"   'MIN JIBÎR KIRIBE JÎ XEWNÊN MIN EW JIBÎR NEKIRINE'   Orûçê got ku ew kengî leşker û polîsan dibîne heman tiştî his dike û got: "Ez wan rojan tu carî jibîr nakim, yê ku ez girtim ez wan jibîr nakim, yê ku îşkence li min kirin ez wan jibîr nakim. Min jibîr kiribe jî xewnên min ew jibîr nekirine. Roj nîn e ku ez di xew de nebînim. Em bi biratî diçûn, ew bi neyartî dihatin me. Ez wê demê ne bi dergîstî bûma, ez ê biçûma min ê heyfa bavê xwe bistenda. Ji ber wê îşkenceyê hê jî laşê min diêşe. Ez weke seqeta me. Ez heqê xwe li dewletê helal nakim. Dêya min jî gelek îşkence dîtibû û êdî nedikarî li ber xwe bide û di sala 2014'an de xwe kuşt."