Parêzer Gultekîn: Betalkirina qanûna bi hejmara 6284'an de dê tundiyê rewa bike 2023-04-08 09:02:25 ÊLIH - Tifaqa Cumhûrê dixwaze qanûna bi hejmara 6284'an betal bike. Parêzer Sumeyye Gultekîn Aykût ku bertek nîşanî vê yekê da, got: "Betalkirina qanûnê bi awayekî eşkere tê wateya rewakirina tundiyê."    Li Tirkiyeyê desthilatê piştî fesixkirina Peymana Stenbolê, niha jî dixwaze "Qanûna bi Hejmara 62842'yan ya Der Barê Pêşîgirtina Li Tundiya Li Ser Jinê û Parastina Malbatê" ku di 8'ê Adara 2012'an de li Meclisê hatibû qebûlkirin, betal bike. Piştî ku Tifaqa Cumhûrê betalkirina vê qanûnê daxilî nava sozên xwe yên ji bo hilbijartinên 14'ê Gulanê kir, rêxistinên jinan bertek nîşan dan.    Cîgira Serokatiya Navenda Mafên Jinan a Baroya Êlihê Sumeyye Gultekîn Aykût mijara navborî nirxand. Aykûtê bilêv kir ku daxwaza ji bo rakirina qanûnê tê wateya rewakirina şideta li ser jinê û got ku êrişên li ser destkeftiyên jinan piştî fesixkirina Peymana Stenbolê zêde bûne. Aykûtê destnîşan kir ku tahdeya mêr her diçe zêde dibe û bal kişand ser kuştina jinan û tahdeya li jinan tê kirin Aykûtê bilêv kir ku fesixkirina Peymana Stenbolê û xwesteka ji bo betalkirina qanûna bi hejmara 6284'an tê wateya pêşevkirina li kuştinê û zêdebûna tahdeyê.    Aykûtê anî ziman ku şideta li hember jinê tenê ne pirgirêka jinan e, prisgirêkeke civakî ye û got: "Li hember vê pirsgirêkê em careke din bang li rayedaran dikin û dibêjin dest ji van pêkanînên hov berdin."    TÊKOŞÎN   Aykûtê destnîşan kir ku ew ê tu carî şideta li hemberî jinê qebûl nekin û dê têkoşîna xwe bilind bikin. Aykût wiha axivî: "Em ê hîn nebin. Em ê rê nedin kesên ku îdia dikin şideta li hemberî jinê û kuştina jinan kêm bûye û bi vî awayî berpirsiyariyê ji ser milê xwe davêjin. Em ê nehêlin jiyana jinan bibe amûreke siyaseta erzan."    'EM Ê NEHÊLIN'   Aykûtê destnîşan kir ku destkeftiyên bi qanûna bi hejmara 6284'an bi dest ketine di ser siyasetê re ne û wiha domand: "Gava Peymana Stenbolê hat feisxkirin, hemû jinan bi dengekî bilidn got, dê dor bê qanûna bi hejmara 6284'an jî. Ev zimanê derî serdemê nîşan dide ku ev hilbijartin êdî roj roja ku jin bibêjin 'em hebûn, em hene, em ê hebin.' Betalkirina vê qanûnê bi awayekî eşkere rewakirian şidetê ye. Em jin, em ê dest ji destkeftiyên xwe bernedin û em ê nehêlin dest bitin rêzeke vê qanûnê jî."    MA / Fethî Balaman