Li Amedê li ber def û zirneyê vekirina buroya hilbijartinê 2023-04-07 23:15:38   AMED- Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk, li Amedê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de burya hilbijartinê ya jinan a duduyan vekir. Buro li ber def û zirneyê bi coşeke mezin hat vekirin.    Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk a Amedê, di çarçoveya hilbijartinê serokkomarî û parlementoyê yên 14'ê Gulanê de li Taxa Şehîtlikê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê buroya hilbijartinê ya jinan a duduyan vekir. Hevberdevkên Partiya Çep a Keskan a Amedê Pinar Sakik Tekîn û Abbas Şahîn, Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Remziye Tosûn, Hevserokên HDP'a Amedê Gulîstan Atasoy û Zeyyat Ceylan, Hevserokê partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Hayrettîn Altûn, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, MED-DER û bi sedan kes tevlî vekirina buroya hilbijartinê bû. Li buroyê wêneyên Nagihan Akarselê ku li Silêmaniyê hat qetilkirin û Jîna Emîniyê ku li Îranê ji aliyê "polîsên exlaqê" ve hat qetilkirin hatin daliqandin. Ji jinên beşdarî vekirina buroyê bûn gelekan jê kincên herêmî li xwe kirine. Kesên tevlî vekirina buroyê bûn ronahiyên telefonên xwe vekirin.     ‘EM Ê BERSIVEK MEZIN BIDIN'   Di vekirina buroya hilbijartinê de ewilî Berdevka Jinan a DBP'ê Aynûr Sarica axiî. Saricayê bal kişand ser polîtîkayên li hemberî jinan û gelê kurd û tecrîda li Îmraliyê û got ku ew ê di vê hilbijartinê de bersiveke mezin bidin vê detshilatê û ew ê bi ser bikevin.    Paşê Parlementera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn axivî. Tosûnê jî bal kişand ser tecrîda giran a li Îmraliyê û girtîgehên din û got ku serketina 14'ê Gulanê de ya jinan be û ew ê vê desthilatê bişînin.    Dayikên Aştiyê buroyê vekirin. Di dema vekirina buroyê de meşale hatin vêxistin.   Paşê li ber def û zirneyê govend hat gerandin û dirûşmeya "Jin, jiyan, azadî" hat berzkirin.