Platforma Jinan a Rihayê bû mêvanê sifreya fitarê ya malbata Şenyaşarê 2023-04-07 19:43:08   RIHA -  Platforma Jinan a Rihayê serdana Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşar kir û li ber edliyeyê bi hev re fitirîn.    Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî malbata Şenyaşarê kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarê hatin qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeda Edaletê kirin. Çalakiya Malbata Şenyaşarê di roja 746’an de berdewam dike.   Dayik Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar îro ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hatin ber edliyeyê û li ber pankarta ku li ser "Ji bo malbata Şenyaşar edalet" dinivîse çalakiya xwe domandin.    Platforma Jinan a Rihayê li ber edliyeyê serdana Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşarê kir û li vir bi hev re fitirîn.   Endama Jinên TMMOB'ê Elîf Erdem ku li ser navê platformê axivî bi lêv kir ku ew dê li her derê bi malbata Şenyaşarê re bin û got: "EmPlatforma Jinan me serdana Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşarê kir û em li vir dibêjin, em ê her tim bi malbata Şenyaşarê re di nava piştgiriyê de bin."