Tahîr Kûrt piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Me ji bo têkoşîneke birûmet li ber xwe da 2023-04-07 19:24:52     AMED - Tahîr Kûrt ku piştî 30 salan ji Girtîgeha Amedê ya Hejmara 1'ê derket, got: "Me ji bo têkoşîneke birûmet li ber xwe da. Taliyê em ê bi ser bikevin."    Tahîr Kûrt, piştî 30 salan ji Girtîgeha Amedê ya Hejmara 1'ê derket. Malbata Kûrt û gelek xizmên wî ji bo wî li ber girtîgehê pêşwazî bikin şeveqê zû ji Sêrtê hatin Amedê. TÛAY-DER a Şaxa Amed,ê, Tevgera Jinên Azad (TJA) û malbat û xizmên Kûrt ew li ber girtîgehê pêşwazî kirin.    Kûrt gava ji girtîgehêd ekret, ên li benda wî ew bi tilîlî û çepikan pêşwazî kirin. Kûrt li vir ji ajansa me re axivî û got: "Me ji bo têkoşîneke birûmet li ber xwe da. Taliyê em ê bi ser bikevin."    Kûrt tevî kesên ew pêşwazî kirin ber bi Sêrtê ve bi rê ket.   Tahîr Kûrt, di sala 1993'yan de li Sêrtê hatiye binçavkirin û paşê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) bi îdiaya "xerakirian yekîtî û yekpareyiya dewletê" 36 sal cezayê muebedê lê biriye.