Li nûçegihanê me yê nûçeya DEDAŞ’ê çêkir lêpirsîn hate vekirin 2023-04-07 15:56:11 WAN - Derbarê nûçegihanê me Cengîz Ozbasar ê têkildarî xebatên karkerên DEDAŞ’ê nûçe çêkir de bi îdiaya “gel ji kîn û dijminatiyê re sor dike yan jî biçûk dixe” lêpirsîn hate vekirin.    Şîrketa Anonîm a Belavkariya Şîrketê ya Dîcleyê (DEDAŞ), ji ber nûçeya di 9’ê hezarîna 2022’yan de bi serenavê “Karkeran vegot: Qeçaxê çêdikin û ji aboneyan re ceza dibirin” derbarê nûçegihanê me Cengîz Ozbasar de serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê da û giliyê wî kir. Dozgeriyê li ser vê yekê derbarê Ozbasar de bi îdiaya ““gel ji kîn û dijminatiyê re sor dike yan jî biçûk dixe” lêpirsîn vekir.    ÇÛ QEREQOLÊ Û ÎFADE DA   Rojnamevan Ozbasar, di çarçoveya lêpirsînê de gazî îfadeyê hate kirin. Ozbasar ê bi parêzera xwe Ebrû Demîrtepe re çûn Qereqola Polîsan a 2’yê Nîsanê ya Wanê, diyar kir ku bi karkerên demekî dirêj li DEDAŞ’ê xebitîn û pişt re ji kar hatin derxistin re hevpeyvîn kiriye, li ser vegotina karkeran nûçe çêkiriye û wiha got: “Di nûçeyê de tu bêbextî nînin. Ez sûcdariyê qebûl nakim.”