Di du rojan de 41 êriş hatin kirin 2023-04-07 15:46:00 NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk di du rojan de 41 caran bi çekên giran êrişî Herêma Federa ya Kurdistanê kir.    Tevî biryara bêçalakitiyê jî êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê berdewam in. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF); HPG’ê da zanîn ku dewleta tirk di nava du rojan de li dijî herêmên wan 41 caran êriş pêk anîn.    HPG’ê da zanîn ku dewleta tirk di 6’ê nîsanê de 8 caran bi balafirên şer êrişî mewziyên li derdora gundê Bêbadê yê Gareyê, quntarên Xêrê û Sîdayê kir. Bi domdarî HPG’ê ragihand ku dewleta tirk di 5-6’ê nîsanê de 33 caran bi helîkopter, obus, tank û çekên giran êrişî Girê Cûdî, Qadên Berxwedanê yên Girê FM, Çemço û Sîdayê kir.