Bernamzetên parlamenteriyê li Amedê belavok belav kirin 2023-04-07 14:01:08   AMED - Rêxistina Partiya Çep a Kesk a Amedê piştî civîna bi bernamzetên parlamenteriyê re, li navçeya Sûrê belavok belav kirin.    Rêxistina Partiya Çep a Kesk a Amedê bi bernamzetên parlamenteriyê re civînek li dar xist. Piştî civînê jî li Sûrê bi hev re belavok belav kirin. Civîn, li hotêleke Sûrê hate lidarxistin û Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk ên Amedê Pinar Sakik Tekîn û Abbas Şahîn, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Amedê Hayrettîn Altûn, Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Amedê Gulistan Atasoy û Zeyyat Ceylan û endam û rêveberên MEBYA-DER’ê tev li civînê bûn.    Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk ê Amedê Abbas Şahîn di civînê de axivî û got ku dê îktîdara AKP-MHP’ê di hilbijartinê de têk bibin. Şahîn, bi domdarî wiha got: “Lê ev nayê wê wateyê ku her tişt çareser dibe. Em ê piştî hilbijartinê jî bi hev re ji bo avakirina demokrasî û azadiya welêt bixebitin.”    Piştî civînê, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li gel bernamzetên parlamenteriyê li Qada Şêx Seîd û semta Şehîtlîk a Bajarê Nû belavok hatin belavkirin. Eleqeyeke mezin a welatiyan bo xebata hilbijartinê hebû.