Aslan ê ku 30 sal in girtî ye û înfaza xwe temam kiriye nayê berdan 2023-04-07 13:00:40   STENBOL - Girtiyê bi navê Yaşar Aslan ku 30 sal in di girtîgehê de û niha li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 ya Tekîrdagê tê ragirtin, tevî ku înfaza xwe temam kiriye jî nayê berdan.    Girtiyê bi navê Yaşar Aslan ku 30 sal in di girtîgehê de ye û niha li Girtîgeha Tîpa F a Hajmar 2 ya Tekîrdagê tê ragirtin, bi hinceta ku zexta “poşmantiyê” ya Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê qebûl nake, nayê berdan. Hat zanîn ku înfaza Aslan hate şewitandin û tehliyeya wî ji bo 3 mehên din hate taloqkirin.    Aslan, di kanûna sala 1992’yan de dema li Fakûlteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê dixwend, bi hincetên siyasî hate binçavkirin û li Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) hate darizandin. DGM’ê, cezayê muebbetê da Aslan. Dihat payîn ku Aslan di 27’ê kanûna 2022’yan de were berdan lê bi sedema ku zexta “poşmantiyê” qebûl nekiriye, înfaza wî hate şewitandin û tehliyeya wî ji bo 3 mehan hate taloqkirin.    Aslan, herî dawî di 27’ê adarê de derket pêşberî Lijneya Îdare û Çavdêriyê û bi sedema ku “poşmantî” qebûl nekir, înfaza wî cara duyemîn hate şewitandin.    ÎŞKENCEYA KEYFÎ   Birayê Aslan, Muslum Aslan got ku kekê wî bi hincetên “keyfî” nayê berdan û wiha bertek nîşan da: “Ev yek, sepaneke keyfî ya ji demê re hatiye vehêlandin û îşkence ye. Divê komeleyên mafên mirovan û her kesên ji xwe re dibêjin demokrat, pêşverû û rewşenbîr divê li dijî van helwestên dadgehên li gorî serê xwe tevdigerin bibêjin ‘bes e’ û berteka xwe nîşan bidin. Heke tiştek bi serê kekê min were, berpirsyarên vê yekê lijneya ku biryara şewitandina înfazê dayî, rêveberiya girtîgehê, dozgerê girtîgehê û wezareta dadê ne.”    HDP’Ê MIJAR XIST ROJEVA MECLISÊ   Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş mijar xist rojeva Meclisê û bertek nîşan da.    PÊŞNÛMEPIRS DA MECLISÊ   Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar jî têkildarî mijarê pêşnûmepirsek da Meclisê û xwest ku Wezareta Dadê pirsên wê bibersivîne. Dundar, ev pirs kirin:    "* Dozgerê ku biryara şewitandina înfazê dayî û dozgerê mutalaaya îtîrazê dayî heman dozger e. Gelo ma ev yek hiqûqî ye?     * Rewşa xwendekariyê ya Aslan ku ji bo Dekaniya Fakûlteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê gelek caran daxwazname nivîsandine, çawa şênber nîne?    * Lijneya Îdare û Çavdêriyê bi peywira ‘dadgehê’ tevdigere. Gelo sedema vê ya hiqûqî çi ye?”