Sêwirînerê herka ‘Bi saya Erdogan’ hat binçavkirin 2023-04-07 11:39:49   ÎZMÎR - Mahîr Akkoyûn ê ku ji bo bale bikişîne ser bihabûna tiştan û enflasyonê etîketên “Bi saya Erdogan” sewirandiye hat binçavkirin.    Mahîr Akkoyûn ê ku bihabûna tiştan rexne dike û balê dikişîne ser enflasyonê etîketên “Gelo ev hilberîn ji we re biha hat? Bi saya Erdogan” sêwirandiye hat binçavkirin. Akkoyûn wêneyê Sarokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan û Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî bi etîketan ve sêwirandiye. Akkoyûn li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ragihand ku ew hatiye binçavkirin.    Akkoyûn birin Midûriyeta Polîsan a Îzmîrê.