Li Egeyê amadekariyên hilbijartinê yên Partiya Çep a Kesk 2023-04-07 09:04:12 ÎZMÎR - Partiya Çep a Kesk li bajarên Egeyê hemû amadekariyê teknîkî temam kirin û bi temamkirina danasîna namzetan û vekirina buroyên hilbijartinê dê dest bi xebatên li qadê bike.    Partiya Çep a Kesk li Tirkiye û Kurdistanê lez da xebatên xwe yên ji bo hilbijartinên 14'ê Gulanê. Li gelek bajaran buroyên hilbijartinê tên vekirin û li gelek bajaran jî amadekariyên vekirina buroyan didomin. Li bajarên Egeyê jî dê vekirina buroyan di 9'ê nîsanê de dest pê bike. Li Egeyê ku cihên buroyan û wesayîtên hilbijartinê hatine amadekirin, dê xebatên li qadê jî bi vekirina buroyan re bên lezandin. Her wiha piştî ku namzet di 11'ê nîsanê de li Enqereyê bên danasandin, dê namzetên li herêmê jî bên nasandin.    DANASÎNA NAMZETAN   Li bajarên Egeyê dîroka danasîna namzetan û vekirina buroyan bi vî awayî ye:   * Li Îzmîrê bernameya danasîna namzetan dê di 13'ê nîsanê de li Navenda Çandê ya Mûstafa Necatî ya li navçeya Karabaglarê saet di 13.00'an de bê kirin. Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç dê tev li bernameya danasînê bibin.    * Li Manîsayê bernameya danasîna namzetan dê di 12'ê nîsanê de bê kirin. Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç dê tev li bernameya danasînê bibin.    * Li Balikesîrê bernameya danasîna namzetan dê di 12'ê nîsanê de bê kirin. Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk Îbrahîm Akin û Berdevka Partiyê ya HDP'ê Ebrû Gunay dê tev li bernameya danasînê bibin.    * Li Aydinê bernameya danasîna namzetan dê di 13'ê nîsanê de bê kirin. Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç dê tev li bernameya danasînê bibin.    * Li Mûglayê bernameya danasîna namzetan dê di 13'ê nîsanê de bê kirin. Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç dê tev li bernameya danasînê bibin.    VEKIRINA BUROYAN   Li Îzmîrê dê buroyên hilbijartinê di 9-12'ê nîsanê de, li Denîzliyê di 14'ê nîsanê de, li Aydin û Mûglayê di 15'ê nîsanê de, li Manîsayê di 16'ê nîsanê de û li Balikesîrê jî dê di 17'ê nîsanê de bên vekirin.