Serokê Baroya Êlihê Şenses: Şahidê veşarî wekî amûreke operasyonan tê bikaranîn 2023-04-07 09:03:24 ÊLIH -  Serokê Baroya Êlihê Erkan Şenses diyar kir ku wan giliyê "şahidê veşarî" kiriye ku li ser rêxistinên civaka sivîl îfade dane û wiha got: "Ji ber ku saziya şahidê veşarî wekî amûreke operasyonan tê bikaranîn, bûye birîneke daraza Tirkiyeyê."    Li 2'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Êlihê, di doza der barê welatiyekî de, îfadeya "şahidekî veşarî" hat girtin. "Şahidê veşarî", di îfadeya xwe de li ser Baroya Êlihê, Yekitiya Odeyên Esnafan, Odeya Avahîsazan, Sendîkaya Petrol-Îşê, Egîtîm Sen, Sendîkaya Genel-ÎŞê, Şaxa SES'ê, Odeya Qehwexane û Kafevanên Înternetê de îfade da û îdia kir ku ev sazî "pera ji rêxistinê re dişînin." Saziyan têkildarî meseleyê daxuyanî dan û li Serdozgeriya Komarê ya Êlihê giliyê "şahidê veşarî" kirin.    Serokê Baroya Êlihê Erkan Şenses destnîşan kir ku di vê dozê de careke din rastiya "şahidê veşarî" derketiye holê û wiha got:: "Em bawer dikin ku dê di dawiya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Êlihê de bêbextî derkevin holê û dê doz li şahidê veşarî bê kirin. Lê divê ev bê gotin; ji ber ku saziya şahidê veşarî wekî amûreke operasyonan tê bikaranîn, bûye birîneke daraza Tirkiyeyê."    Erkan Şenses   GILÎ KIRIN   Şenses destnîşan kir ku xebatên wan bi awayekî perîyodîk ji aliyê Wezareta Dadê ve tên kontrolkirin û wiha domand: "Em di vê çarçoveyê de Desteya Teftîşê ya Wezareta Dadê vedixwînin baroya xwe ku kontrol bike. Ger armanc di ser şahidê veşarî re dîzaynkirina Baroya Êlihê be, em dikarin bibêjin ku baroya me ji roja ku hatiye avakirin heya niha serî li ber gefan netewandiye û ji niha û pê ve jî dê netewînine."    Şenses anî ziman ku rêxistinên civaka sivîl ên bajêr ên bêbextî li wan hatiye kirin demara jiyanê ya bajêr in û ji bo bajêr pir girîng in û got ku ji ber vê giliyê "şahidê veşarî" kirine.