Qeyûm îhaleyên 'rêyên muhtelîf' da heman fîrmeyan 2023-04-07 09:02:17   MÊRDÎN - Rêveberiya qeyûmê Mêrdînê îhaleyeke din a ji bo "rêyên muhtelîf" çêkir. Qeyûm van îhaleyên bi sedan milyon lîreyî dide heman fîrmeyan.    Rêveberiya qeyûm a Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, îhaleyeke din jî li îhaleyên xwe yên nelirê zêde kir. Şaredariya ku di bin rêveberiya qeyûm Mahmût Demîrtaş de, cara sêyan îhaleya bi navê "rêyên muhtelîf" çêkir.    Ji sala 2020'î ve li navçeyên navendî û yên din ên Mêrdînê li ser hev du îhaleyên ji bo rêyan tên çêkirin. Qeyûm îhaleyan dide heman fîrmeyan.    Qeyûm di 2021-2022'yan de li Midyad, Nisêbîn, Kerboran, Mehsertê, Stewrê, Qoser, Rişmil, Şemrex, Dêrik û Artûklûyê bi navê "rêyên muhtelif" îhale çêkiribûn. Rêveberiya qeyûm di sala 2023'yan de cardin ji bo heman navçeyan îhaleya "rêyên muhtelif" çêkir.    Di 3'yê nîsanê de li Midyad, Nisêbîn, Kerboran, Mehsertê, Stewrê, Qoser, Rişmil û Artûklûyê 3 îhaleyên din çêkir.    Ji bo îhaleyên li Şemrex û Dêrikê nêzî 100 milyon û 857 hezar û 204 TL mesref hatiye nîşandan. 9 fîrme ketine îhaleyê, lê qeyûm îhale daye fîrmeya ÇAMER Petrol û Înova Asfaltê ku teklîfa herî kêm van fîrmeyan dabû. Qeyûm bi 83 milyon û 294 hezar û 100 lîreyî îhale daye van fîrmeyan.    Ji bo îhaleyên li Midyad, Nisêbîn, Kerboran, Mehsertê û Stewrê jî 148 milyon û 530 hezar û 771 TL fiyet hatiye diyarkirin. Qeyûm îhaleyê bi 124 milyon û 448 hezar û 400 lîreyî daye Ûgûr Înşeatê.    Ji bo îhaleyên Qoser, Artûklû Rişşmilê jî 122 milyon û 180 hezar û 261 TL fiyet hatiye diyarkirin û qeyûm îhaleyê bi 103 milyon û 831 hezar û 190 TL'yî daye şîrketa Azfalt Yolê.    Qeyûm di sala 2022'yan de îhaleyên ji bo rêyên Şemrex û Dêrikê jî dabû fîrmeya Înova Asfatê ya Omer Farûk Karabûlût û îrmeya Çamer Petrolê ya Bunyamîn Çam û Îbrahîm Eryagma. Her wiha qeyûm di sala 2022'yan de îhaleyên rêyên Midyad, Nisêbîn û Kerboranê dabûn fîrmeya Ûgûr Înşeatê ya xwarziyê Şaredarê AKP'î yê Midyadê Veysî Şahîn û Baştaşlar Înşeatê. Di sala 2022'yan de îhaleyên rêyên Qoser, Artûklû û Rişmilê jî dabûn fîrmeya Azfalt Yolê ya Azîz Yaşar Gundogdû û yên rêyên Qoser û Artûklûyê jî dabûn AVC Grûpê ku midûrê wê yê giştî Azîz Yaşar Gundogdû ye.    MA / Ahmet Kanbal