ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2023'YAN 2023-04-07 09:00:04   * Rêveberiya qeyûmê Mêrdînê îhaleyeke din a ji bo "rêyên muhtelîf" çêkir. Qeyûm van îhaleyên bi sedan milyon lîreyî dide heman fîrmeyan.    * Ji mexdûrên erdhejê yên Islahiyeyê Mûzaffer Telek, diyar kir ku kavilên avahiyan li nêzî konan tên rijandin û got: "Erdhejê em nekuştin, lê wê ev toz me bikuje."    * Serokê Baroya Êlihê Erkan Şenses diyar kir ku wan giliyê "şahidê veşarî" kiriye ku li ser rêxistinên civaka sivîl îfade dane û got: "Ji ber ku saziya şahidê veşarî wekî haleteke operasyonan tê bikaranîn, bûye birîneke daraza Tirkiyeyê."    * Serokê Giştî yê TGS'ê Gokhan Dûrmûş diyar kir ku 16 rojnamegerên ku li Amedê girtî ne nêzî salekê ye bêyî ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê girtî ne û pêvajoya girtinê wekî "mantiqa cezakirinê" ya yên vederkirî pênase kir.    * Partiya Çep a Kesk li bajarên Egeyê hemû amadekariyê teknîkî temam kirin û bi temamkirina danasîna namzetan û vekirina buroyên hilbijartinê dê dest bi xebatên li qadê bike.    * Jinên li Stenbolê diyar kirin ku Danezana Hilbijartinê ya Jinan a Partiya Çep a Kesk soza siberojê dide jinan û gotin: “Ji bo em ji vê rêveçûna xerab re bêjin bes e, em dibêjin Partiya Çep a Kesk. Jin wê AKP’ê hilweşînin.”   * Parlamenterê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul ji bo bajarê turîzmê Antalyayê pênaseya “bajarê girtîgehan” kir û ev tişt anî ziman: “Li van girtîgehan ruhê Esat Oktay digere.”   * Endamê MYK’a Partiya Çep a Kesk Cahît Kirkazak diyar kir ku îdiaya wan heye ku rêjeya dengên HDP’ê ya ji sedî 13,2 bikin ji sedî 20 û wiha got: “Em ê bi gel re vê pêvajoyê ava bikin.”   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 746’emîn de dê berdewam bike.    * Partiya Çep a Kesk, li Wanê dê li 4 navçeyan buroyên hilbijartinê veke. (10.00-13.00)   * Partiya Çep a Kesk dê li Riha, Mêrdîn, Amed, Mêrsîn û Cizîrê buroyên hilbijartinê veke. (12.00-20.30) ZINDÎ   * Şaxa ÎHD’a Enqereyê wê “ji bo hilbijartineke zelal, adil û demokratîk” li avahiya komeleya xwe nobeta aştiyê bigire. (14.00-18.00)