Li Sêrtê buroya hilbijartinê hat vekirin: Dê deriyên zindanan vebin 2023-04-06 23:20:56   SÊRT – Partiya Çep a Kesk a Sêrtê ki Sêrtê buruya hilbijartinê ya jinê vekir. Di vekirina buroyê de wiha hat gotin: "Em bi hêvî ne, piştî 14'ê Gulanê de deriyên zindanan bên vekirin."    Rêxistina Partiya Çep a Kesk a Sêrtê buroya hilbijartinê ya jinan vekir. Buro li Taxa Kooperatîfê hat vekirin. Buro bi beşdariya Parlementera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başarnê û bi beşdariya gelek jinan hat vekirin.    Bi sedan welatiyên hatin cihê ku buro lê hat vekirin, lîrandin û govend gerandin.   Başaraê li vir axivî. Başarê bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Em ji Sêrtê silavên xwe ji zindanan re dişînin. Em bi hêvî ne, piştî 14'ê Gulanê de deriyên zindanan bên vekirin."    Her wiha Başaranê bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li ser jinan ên ji sala 2015'an heya nija zêde bûne û got: "Lê em îro li vê qadê bersivekê bidin wan; em ne bi tenê ne, em bi hezaran in, em bi milyonan in, em neviyên civaka nû ne, em xwedî maf in, em bibiryar in."