Ji kesên ku li Stenbolê hatin binçavkirin 15 kes hatin berdan 2023-04-06 20:53:21   STENBOL - Ji kesên ku li Stenbolê binçavkirin, 15 jê hatin berdan û Rêveberê HDP'a Enseyûrtê Sedat Ûgraş jî hat girtin.    Di 3'yê Nîsanê de, di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û xebatkara kovara Modernîteya Demokratîk Semra Korkmaz jî di nav de 16 kes di avêtina ser malan de hatibûn binçavkirin. Kesên hatibûn binçavkirin birin midûriyeta polîsan a li Kolana Vatanê. Hat hînkirin ku kesên hatin binçavkirin bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatine sûcdarkirin.    Kesên ku duh îfadeya wan hat girtin, di dema îfadeyê de parvekirinên wan ên li ser medyaya sanal, tapeyên telefonê, Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût ku Meclisa Ciwanan a HDP'ê li dar xistibû hat pirsîn. Kesên binçavkirî îro sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hatin kirin. Dozger 9 kesan bi şertê kontrola edlî berda û Sema Korkmaz jî di nav de 7 kesan jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir.    Sema Korkmaz jî di nav de 6 kes ji aliyê Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya 4'an a Stenbolê ve bi şertê kontrola edlî hatin berdan, lê Rêveberê HDP'a Esenyûrtê Sedat Ûgraş hat girtin.