Sancar: Em ê dawî li vê zilmê bînin 2023-04-06 20:05:44     WAN- Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar ku di fitariyê de axivî destnîşan kir ku hêz û baweriya wan heye ku vê pergalê biguherînin.   Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar li Wanê piştî vekirina buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk di fitariyê de bi gel re civiya. Di xwarina fitarê ya bi pêşengtiya Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYADER) hat dayîn, gelek malbat, endam û rêveber partiyên siyasî û saziyên sivîl li Eywana Dawetê ya Çiraganê hatin gel hev. Bernameya fitarê bi rêzgirtinê dest pê kir.    ‘EM Ê DAWÎ LI ZILMÊ Û VÎ ŞERÎ BÎNİN’   Hevserokê HDP’ê yê Giştî Mîthat Sancar ku di bernameyê de axivî destnîşan kir ku ew ê di hilbijartina pêş de desthilatê bişînin û wiha got: “Îradeya me dê dawiya rejîma zilmê û şer bîne. Tekoşîna me dê rêya me ronî bike. Bi ev qas zilm û zextan jî yên ku em heta vir anîn gelê kurd e. Kurdan hêza xwe ya guhertina qedera vî welatî derxistiye holê. Tekoşîna me ji bo avakirina komareke demokratîk e. Em ji bo pirsgirêka gelê kurd bi demokrasiyê çareser bikin tekoşînê dikin. Di vê mijarê de îradeya me jî saxlem e.”