YNK: Tirkiye, ji ber kurdbûnê rêya hewayî li Silêmaniyê girt 2023-04-06 19:28:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Medyaya fermî ya YNK’ê der barê biryara Tirkiyeyê de ya girtina rêya hewayî ya ji bo balefirgehên Silêmaniyê ragihand ku Tirkiyeyê ji ber kurdbûnê geştên Silêmaniyê girtiye û wiha got: “Her cih û parçeyên Kurdistanê, cihê xebatên YNK’ê ye û xebatên wê ji bo Kurdistanê giştî ye.”   Di 3’yê Nîsanê de Berdevkê Balefirxaneya Navneteweyî ya Silêmaniyê Hîwa Muftî ragihandibû ku Kompanyaya Turkish Airlines (Geştên Hewayî yên Tirkiyeyê) hemû geştên xwe yên hewayî yên di meha Nîsanê de ji bo Silêmaniyê rawestandiye.   Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê Tanju Bîlgîç j, ragihand ku ji 3’yê Nîsanê ve rêya hewayî ya Tirkiyeyê ji bo balefirgehên parêzgeha Silêmaniyeyê rawestandine û got ku ev wê heta meha Tîrmehê berdewam bike. Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê jî karkirina Tevgera Azadiya Kurdistanê ya li parêzgeha Silêmaniyê ji bo rawestandina rêya hewayî wekî hincet nîşan da.   Medyaya fermî ya YNK’ê der barê biryara Tirkiyeyê ya girtina rêya hewayî de daxuyaniyekê belav kir. Daxuyaniya YNK'ê bi vî awayî ye:    “Ev cara duwem e dewleta Tirk li gel Silêmaniyê rêya hewayî digire. Cara yekem ji ber cezadayîna referandûma sala 2018’yan bû ku qaşo ji bo serxwebûnê bû. Cara duwem ya girtina geştên navbera Balefirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê û Tirkiyeyê de duh bû ku bi hinceta Yekitiya Nîştîmaniya Kurdistanê hevkariya Kurdên Rojavayê Kurdistanê dike bû. Ango ji ber ‘Kurdbûnê’ geştên ji Silêmaniyê rawestand.   Xebatên siyasî û dîplomatîk û pêşmergeyî yên Yekitî (YNK) yên li çiya û bajaran ji bo maf, Kurdayetî û ji bo Kurdistanê dayî, ne vala bû. Ji bo wê armanca siyasî ya Yekitî wek hêzek siyasî ji bo têkoşîna Kurdistanê ye ku navê wê jî Yekitiya Nîştîmanî ya Kurdistanê ye. Serokê Yekitî di civîna yekem a Yekitî de got; ‘Yekitiya Nîştîmaniya Kurdistanê, tenê ne li Iraqê ye, her cih û parçeyên Kurdistanê cihê têkoşîna Yekitiye.   Têkoşîna YNK’ê ji bo hemû Kurdistanê ye û hêzek Kurdistanî ye. Ger metirsiya terorîstên DAIŞ’ê li ser Kurd û Kurdistanê hebe, Yekitî amadeye ku bi lez ji bo parastinê biçe. Wek çawa li hewara Hewlêr û Kobanê çû, niha jî amadeye alîkariya cih û parçeyên din bike û metirsiya terorîstan ji holê rake. Ji vê re Kurdbûna rast tê gotin. Nekû bi dirûşma Kurdayetiyê propaganda dike û wek hêzên din berovajiyê Kurdayetiyê pêşengtî ji êrişên li ser Kurdan re dike.”