Li Wanê vekirina buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk veguherî mîtîngê 2023-04-06 17:31:23   WAN - Li Wanê vekirina buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk veguherî mîtîngê. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar ku di vekirina buroyê de axivî, destnîşan kir ku niha dem dema lihevkombûna li bin dara Çepa Kesk e.    Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar ji bo vekirina buroya hilbijartinê ya navendî ya Partiya Çep a Kesk hat Wanê. Beriya vekirina buroyê bi hezaran kes li Kuçeya Hunrê kom bûn. Gel ku noqteyên kontqolkirinê de hat kuçeyê, li ber stranan govend gerand. Piştî Snacar û yên pê re hatin qadê, girseyê dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana zindanan" berz kirin. Piştî rêzgirtinê Hevberdevka Partiya Çep a Kesk a Wanê Gonul Ûzûnayê gel silav kir.    'WAN DÊ JI REJÎMA KEDXWAR RE BIBÊJE BES E'   Hevserokê Giştî yê yê HDP'ê Mîthat Sancar ku di vekirina buroya hilbijartinê de axivî, diyar kir ku gel ji pîrozbahiyên bi hişmet ên ENwrozê hatiye vira û got: "Wan amade ye ji rejîma înkarkirinê û rejîma ku nasnameya wê û zimanê wê nas nake bê bisekine. Wan aamade ye ji bê rejîma qeyûm re bibêje bes e. Wan amade ye ji vê rejîma kedxwar re bibêje bes e. Ji 14'ê Gulanê re hindik ma. Ji bo em vê detshilatê bişînin û vê pergalê biguherînin em rê ketine û em dibînin ku meşa me her diçe mezin û xurt dibe. Ev meş teqez dê bi ser bikeve. Bi dehan sal in em asteng dikin. Her cure zilmê dikin, lê bêhûde ye. Her ku ew asteng dikin, em rêyên nû dibînin. Me bi gelê xwe, bi helwesta we ev rê dîtin."     'ME XWE DI NAVA MÎTÎNGÊ DE DÎT'   Sancar bilêv kir ku li çar aliyên welêt hevdîtinê bi hêzên demokrasiyê re dikin û got: "Çend roj berê me li Amedê Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurdistanî îlan kir. Me berê jî Tifaqa Ked û Azadiyê ava kiribû. Niha jî dem ew dem e ku em van tifaqan veguherînin hevdîtineke demokrasiyê ya mezin. Em wisa mezin bikin ku em bi hev re bi awayekî xurt biçin meclisê. Me gotibû çi? Me gotibû herî kêm wê 100 parlementer jib o temsîlkirina vîna gel biçin meclisê. Em ê li wir bibin navenda guherîna demokratîk. Em ê bi hev re bikin. Bila fikar li kesî peyde nebin. Meşa me, vîna me mezin e. Biryardayîna me jî mezin e. Em ji bo vekirina buroya hilbijartinê hatibûn, lê me xwe di nava qada mîtîngê de dît. Li pêşiya me hevdîtinê mezin hene."   Sancar di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ew li bendê ne ku wanî di hilbijartinê de serketineke mezin bi dest bixin û got: "Di vekirina buroyê de me xwe di nava mîtîngekê de dît. Em li vir in, em ê bi hev re vê pergalê biguherînin. Teqez em ê biguherînin."    Sancar destnîşan kir ku niha dem dema lihevkombûna li bin dara Çepa Kesk e.    Sancar, piştî axaftinê buroya hilbijartinê vekir.