Li Kilîsê cenazeyê zaroka winda hate dîtin 2023-04-06 15:23:06   KILÎS - Gîna Mercîmek (9) a sûriyeyî du roj bûn li Kilîsê agahî jê nedihatin girtin, bi awayekî biguman mirî hate dîtin.    Cenazeyê Gîna Mercîmek a 9 salî ya sûriyeyî ku li Kilîsê di 4’ê nîsanê de piştî ji dibistanê derket agahî jê nedihat wergirtin, hate dîtin. Malbata Mercîmek, li ser zaroka wan di 4’ê nîsanê de piştî ji dibistanê derket nehate malê, îxbara windabûnê kir. Di encama xebatên lêgerînê de cenazeyê zarok di bîra avê ya li baxçeyê mala aydê H.B. ya li Taxa Okçûklar de hate dîtin.    Tîmên agirkujiyê yên hatin cihê bûyerê ji bo ava bîrê vala bikin xebat dan destpêkirin. Piştî av ji bîrê hate valakirin, cenazeyê zaroka 9 salî, ji bîra nêzî 12 mîtro hate derxistin. Hin hûrgiliyên ji lêpirsîn û lêkolîna cihê bûyerê ya polîsan hatin bidestxistin, gumana qetilkirina Mercîmekê zêde kir. Di çarçoveya lêpirsînê de dozgeriyê derbarê xwediyê malê H.B. de biryara binçavkirinê da. H.B. ji bo neyê binçavkirin rêviya. Polîsên ku ketin pey H.B. li Taxa Ekrem Çetîn ew girtin. Cenazeyê Mercîmekê ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Prof. Dr. Alaeddîn Yavaşça.