DFG’ê rojnamevanên hatin qetilkirin bi bîr anî 2023-04-06 11:26:32   AMED - DFG’a ku di çarçoveya Roja Rojnamevanên Hatin Qetilkirin de peyamek weşand wiha got: “Mîrate û fikrên ku ji me re hiştine wê her tim bijîn.”   Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) di çarçoveya 6’ê Nîsanê Roja Rojnamevanên Hatin Qetilkirin de peyamek weşand. DFG’a ku ji bo mîrateya rojnamevanên hatin kuştin zindî bihêle soz da ev peyam parve kir: “Roja ku Apê Mûsa, Hrant Dînk, Metîn Goktepe, Abdî Îpekçî, Nagehan Akarsel û her rojnamevanê ku em nikarin navê wan li vir behs bikin hatin kuştin, weke lekeyeke reş li bîra welat man. Mîrate û fikrên ku wan ji me re hiştine wê her tim bijîn. Me rojnamevanên ji aliyê hêzên tarî ve hatin qetilkirin ji bîr nekirine.”