Cenazeyê Savaş Başdînç hate definkirin 2023-04-06 11:21:45 WAN -  Endamê HPG’ê Savaş Başdînç ku di encama êrişa hewayî de jiyana xwe ji dest dabû, li goristana Taxa Keşîşoglû ya navçeya Artemêtan a Wanê hate definkirin.    Endamê HPG’ê Savaş Başdînç (Bager Wan), di sala 2019’an di êrişeke hewayî ya dewleta tirk de jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wî hate definkirin. Cenazeyê Başdînç ji ewil li Goristana Bêkesan a Erziromê hatibû definkirin û piştî ku testên DNA’yê hev girtin, şevê din anîn Wanê. Malbatê, cenazeyê zarokê xwe anî goristana Taxa Keşîşoglû ya Artemêtanê û di bin dorpêça polîsan de defin kir.