Wezaret daneyên têkildarî zarokên bêrefeqet vedişêre 2023-04-06 10:28:49 STENBOL - Ji Komeleya ji Ewil Jin û Zarok parêzer Çîsel Demîrkan diyar kir ku hemû serlêdanên wan ên ji bo zarokên bêrefeqet bêbersiv hatine hiştin û wiha got: “Wezaret, daneyên têkildarî zarokên bêrefeqet vedişêre.”    Nîqaşên li ser aqûbeta zarokên di erdhejên 6’ê Sibatê yên Mereşê de jiyana xwe ji dest dan û yên birîndar de berdewam in. Tê îdiakirin ku gelek zarokên birîndar dema li nexweşxaneyan dihatin sewqkirin an jî piştî tedawiyê hatine revandin û radestî terîqetan hatine kirin.    Ji Komeleya Ji Ewil Jin û Zarok parêzer Çîsel Demîrkan û ji Tîma Navenda Koordînasyonê ya Karesat-Zarok-Sivîlan parêzer Aytul Ozcan û Sevînç Koçak, têkildarî zarokên winda axivîn.    HEJMARA SERLÊDANAN ZÊDE BÛ   Parêzer Çîsel Demîrkan diyar kir ku wan li dijî zarokên bêrefeqet ên radestî terîqet û cemaetan hatine kirin gelek caran serlêdanên sûc kirine û wiha got: “Me gelek caran daxuyanî dan. Ji bo rewşa zarokên bêrefeqet û malbatên zarokên xwe nabînin bê lêkolînkirin, hevdîtinên me yên bi Wezareta Xizmetên Malbat û Civakî re didome. Xebatên Baroya Antakyayê yên di vê mijarê de hene. Em bi wan re bi awayekî koordîne dixebitin. Her wiha xebatên me yên ji bo dîtina zarokan û tespîtkirina cihê wan didomin.”   Bi domdarî Demîrkan ev tişt anî ziman: “Li ser çepemeniyê me bihîst ku zarok li gundekî terîqeta Menzîlê tên ragirtin. Piştî van nûçeyan, serlêdan jî zêde bûn. Her wiha me jî serlêdana sûc kir. Wezaretê jî têkildarî mijarê daxuyanî da û got ku jina di dîmen de xuya dike dayika zarok e. Malbat gelemperî dibêjin ku dema zarokên wan li nexweşxaneyê hatine revandin. Îxbarên wisa bo me tên ku dibêjin li nexweşxaneyê qeyda zarokan nehatiye çêkirin. Xebatên me yên di vê mijarê de didomin. Çendek roj berê me têkildarî zarokekî winda de serlêdan kir. Wezaretê bersiv da û got ku databasek heye û dîmenên vî zarokî hene. Malbatê jî li vir dîmenê zarokê xwe tespît kir û hîn bû ku zarokê wan mirî ye. Anku heke me ev rewş nexistibûya rojevê, dê wezaretê ew databas parve nekira. Wezaret di vê mijarê de tu agahiyan parve nake lewma haya kesekî ji databasê nîne.”    ZAROKAN DIDIN CEMAETAN   Di berdewamê de Demîrkan wiha got: “Dema zarok sewqî nexweşxaneyê tên kirin divê wezaret qeydên wan bigire. Di kêliyên ewil ên erdhejê de gelek kesan ji xwe re digot leşker û polîs. Em hîn bûn ku hezar û 100 zarok radestî terîqetekê hatine kirin û li gundekî dimînin. Lê heta niha ne wezaretê û ne jî hikûmetê tu daxuyanî nedane. Diviya ev zarok ji ewil ji hêla dewletê ve bihatina parastin û piştre radestî malbatên wan bihatina kirin. Yên ku radestî malbatan nehatin kirin jî diviya li wargehên dewletê mabûna. Di bin navê ‘dixwaze Qur’anê hîn bibe’, zarokên 5-6 salî radestî cemaetan dikin. Li gorî daxuyaniya wezaretê, hezar û 100 zarok li gundekî di destê terîqetekê de ne. Hemû serlêdanên me yên têkildarî zarokên di destê terîqatan de bêbersiv hatin hiştin. Zarokan radestî terîqetan dikin û bi vê yekê dixwazin pişaftina etnîkî û çandî pêk bînin.”   TÎMA JI BO ZAROKAN   Parêzer Aytul Ozcan jî da zanîn ku piştî erdhejê, li gel nêzî sed aktîvîst û kesên di pîşeya xwe de pispor, ji bo mafên zarokan kom ava kirine û wiha got: “Armanca me ew e ku di pêvajoya karesatê de zarok biewle bin. Bi komên cuda yên zarokan re em xebatan dimeşînin û daneyan bi saziyên cemaweriyê û raya giştî re parve dikin. Ji qadên vehewînê yên zarokan heta zarokên girtî, em hemû binpêkirinên li dijî zarokan dişopînin. Her kes dikare li ser malpera (https://afetcocukkoordinasyon.org/ ) xebatên me bişopîne. Em bi rola qenala serlêdanên yekser nalîzin. Em, bagewaziyên ji bo zarokên bêrefeqet dişopînin, dikin lîste û teyîd dikin. Van lîsteyan jî ji wezaretê re dişînin. Em, pêvajoyên têkildarî zarokên lê tê gerîn, nasnameya wan nediyar dişopînin û li dijî sepanên xelet ên têkildarî ewlehiya zarokan jî rêyên alternatîf pêşniyar dikin û bi saziyên cemaweriyê û raya giştî re parve dikin. Tenê hevalên di koma xebatê de cih digirin dikarin xwe bigihînin van agahiyan. Ji ber ewlehiya zarokan, em bi şexsên sêyemîn re parve nakin. Divê wezaretên malbat, tenduristî, karên hundir û dadê di navbera xwe komeke pispor ava bikin û heta aqûbeta hemû zarokan tê zelalkirin vê pêvajoyê bişopînin.”    DIVÊ PLANA ÇALAKIYA LEZGÎN HEBE   Ji Koma Koordînasyona Karesat-Zarok-Sivîlan Sevînç Koçak jî têkildarî mijarê wiha axivî: “Dema malbat ji bo zarokên xwe yên winda diçin bajarên din, divê mekanîznameyên piştgiriyê yên weke gihandin, vehewîn, hiqûqî û psîkososyal bo bikevin meriyetê. Divê Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî hewceye hemû pêvajo û agahiyên têkildarî zarokan bi awayekî zelal bi raya giştî re parve bike. Divê bi belge û agahiyên piştrast yekser bersivê bide îdiayên heyî. Rewşa zarokên penaberan ku bêstatû û bênasname ne pir xeteretir e. Divê ev zarok pir jinêz ve bên şopandin û rê li ber binpêkirnên weke bazirganiya zarokan bigirin. Divê gavên di vê mijarê de hatine avêtin jî bi raya giştî re bên parvekirin. Tevî ku bi ser erdhejê re 2 meh derbas bûne, hêj jî heman pirsgirêk hene. Divê dewlet tavilê planeke çalakiyan a lezgîn têxe meriyetê.”   MA / Esra Solîn Dal