Meha duyemîn a erdhejê: Dewlet li pey astengiyê, dilxwaz li pey piştevaniyê ne 2023-04-06 09:47:35   RIHA - Erdhejên ku navenda wan Bazarcix û Elbistan bûn û tesîra xwe li ser gelek bajaran kirin û rê li ber karesatek mezin vekir, du meh li pey xwe hişt. Tevî ku dewletê û saziyên xwe alîkarî nekirin jî lê dilxwazan bi torên piştevaniyê hewl da birînên xelkê bipêçe û ev piştevanî didome.    Di ser erdhejên bi pileya 7,7 û 7,6 ku navenda wan navçeyên Bazarcix û Elbistan ên Mereşê bûn re 2 meh derbas bûn. Erdhejên di 6’ê Sibatê de çêbûn û tesîra xwe li Mereş, Hatay, Semsûr, Meletî, Riha, Amed, Dîlok, Edene, Osmaniye, Kilîs û Xarpêtê kir û erdhej li Sûriye, Îsraîl, Lubnan û Misrê jî hat hîskirin. Erdhejê li bajarên rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê jî rê li ber karesatê vekir.    Erdhejê herî zêde tesîra neyînî li bajarên Mereş, Hatay, Semsûr û Meletiyê kir. Liv an bajaran bû sedema hilweşlandinên mezin. Li gorî daneyên herî dawî hatin eşkerekirin, 50 hezar û 399 mirovan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî daneyên dawî ku Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Murat Kurum parve kir, lêkolîn li ser milyonek û 728 avahî hatine kirin, 227 hezar û 27 avahî li ber hilweşandinê ne, divê bil ez bên hilweşandin û xesara giran dîtine.    BÊKOORDÎNASYONA DEWLETÊ    Piştî erdhejê yekser berteka herî mezin a gel li dijî bêkoordînasyona saziyên dewletê bû. Di sê rojên ewil ên erdhejê de gelek saziyên dewletê bi taybetî AFAD, Kizilay û artêşê neçûn hawara gel û dest bi tu xebatê nekirin. Li bajaran maseyên koordînasyona krîzê yên di pêşengiya qeymeqamtiyê de hatin avakirin ew bi xwe ketibûn krîzê, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê nehatin destpêkirin. Di encamê de bi hezaran kes li ber sermayê qerisîn û canê xwe ji dest dan.    Dewleta ku bi rojan ne li bajarên ku erdhej lê pêk hat, 3-4 roj piştî erdhejê derket holê. Piştî çend rojan saziyên dewletê ku ketin tevgerê jî yekem tişta ku kirin desteserkirina alîkariyên bi pêşengiya saziyên sivîl û partiya HDP’ê û pêkhateyên wê ku ji bajarên cuda ji bo herêmên erdhejê hatine şandin bû. Li bendên kontrolê yên li têketina bajarên ku erdhej lê pêk hat, bi sedan kamyonên ku malzemeyên alîkariyê lê barkirîbûn, hatin astengkirin. Hin dilxwazên ku ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê hatibûn jî di ketinên bajaran de paşve hatin vegerandin.    KIZILAYÊ KON FIROTIN    Ji ber erdhejê bi hezaran avahî hilweşiyan. Bi milyonan mirov li derve man. Mexdûrên erdhejê yên ji mirinê filitîn jî bi mexdûriyetên cuda re rûbirû man. Tevî şert û mercên hewa sar jî bi sed hezaran mirov li derve man. Lê saziya Kizilayê ku saziya fermî ya dewletê ye li şûna di heman kêliyê de konan li xelkê belav bike û birînên xelkê bipêçe, lê rabûye konên di destê xwe de firotiye. Kizilayê kon firotine saziya AHBAP ku tora piştevaniyê ava kiribû. Kizilayê 2 hzar û 50 kon bi 46 milyon lîreyî firotiye AHBAP’ê.    TUNDÎ Û ÎŞKENCE KET DEWRÊ    Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan ragihand ku wan li 10 bajarên ku ji ber erdhejê zirar dîtine ji bo 3 mehan Rewşa Awarte (OHAL) îlan kirine. Piştî Rewşa Awarte yekser nûçeyên îşkence û muameleya xerab ji bajarên erdhejê hatin. Ji rojên destpêkê yên erdhejê ve penaber ji aliyê hin koman ve bi îşkence û tundiyê re rûbirû man. Her wiha leşker û polîsan jî tundî li welatiyên dixwestin biçin alîkariya herêmên erdhejê kirin. Penaberên ji Sûriyeyê hedef hatin nîşandan û bi cihêkarî û tundiyê re rûbirû man.    Leşkerên ji bajarên cuda ji bo ewlekariya anîn bajarên erdhejê, gelek binpêkirinên mafan jî bi xwe re anîn. Polîs û leşkerên tîmên taybet li Hatayê hatin bicihkirin. Xelk, rêxistinên girseyî yên demokratîk û hin partiyên siyasî ku seferberiya alîkarî û piştevaniyê dabûn destpêkirin, bi binpêkirinên mafan re rûbirû man.   Di 11'ê Sibatê de Ahmet Gureşçi yê 27 salî ku bi îdiaya "diziyê" kiriye birin Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Altinozû ya Hatayê, li wir bi îşkenceyê hat qetilkirin. Li Semsûrê 5 ciwanên ku bi dilxwazî ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê ji Amedê çûbûn bi îşkenceya polîsan re rûbirû man.    HÊ JÎ KON TUNE NE    Tevî ku 2 meh di ser erdhejê re derbas bûye jî, hê jî pêwîstiya gel a ji bo konan nehatiye bicihanîn. Li 11 bajaran bi giştî 637 hezar û 222 beşên serbixwe hatin hilweşandin, hejmara konên hatin belavkirin jî 411 hezar e. Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu, diyar kir ku xebatên avakirina 209 bajarên konteyniran li tevahiya herêma erdhejê dewam dikin, tevî ku 60 roj di ser erdhejê re derbas bûne jî tenê 15 hezar û 809 konteynir hatine danîn.   KOÇBERÎ ÇÊBÛ    Bi erdhejê re pêla koçberiyê jî dest pê kir. Li herêma erdhejê ku 13 milyon û nîv kes lê dijiyan beşek ji xelkê çûn cem xizmên xwe yên li navçe û gundan, hinek ji wan jî koçî bajarên cuda kirin, bi taybetî bajarên wek Stenbol, Enqere, Îzmîr û Mêrsînê. Li gorî daneyên operatorên GSM’ê hatin weşandin, hat tesbîtkirin ku 2 milyon û nîv telefonên ku li bajarên erdhejê rojek beriya erdhejê sînyala dane paşê li bajarên din sînyal dane. Serokomar Erdogan ragihand ku 2 milyon û 200 hezar mexdûrên erdhejê koçî bajarên din kirin. Li gorî daneyên Nûnera Tirkiyeyê ya Bernameya Pêşketinê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDP) Louisa Vinton eşkere kir, 2 milyon û 700 hezar kes ji herêma erdhejê koç kirine.   TORA PIŞTEVANIYA SIVÎL    Bi erdhejê re bi deh hezaran welatiyên ji gelek bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê bajarên weke Colemerg, Wan, Êlih, Amed, Şirnex, Stenbol, Îzmîr, Enqere, Tokat, Manîsayê ku ji hikûmet û saziyên dewletê bêhêvî bûn, berê xwe dan herêma erdhejê piştevaniya xelkê kirin û birînên mexdûrên ji bo hevgirtinê.   Partiyên siyasî yên wekî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), odeyên pîşeyî û sendîkayên wekî Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekitiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) û sendîkayan jî piştgirî dan bajarên ku erdhej lê pêk hat, li hawara mexdûran çûn. Bi Maseya Koordînasyona Krîzê ya ku li bajarên ku erdhej lê pêk hat ava kirin, ji bo çareserkirina gelek pirsgirêkan wekî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê, xwarin û stargehê toreke hevpar a mezin ava kirin. Bi saya van torên hevgirtinê bi sed hezaran kesên ji erdhejê rizgar bûne firsenda jiyanê bi dest xistin. Ev tevna hevgirtinê ya ji aliyê gel ve hatiye avakirin didome.   MA / Omer Akin