Girtî Aşkan: Lêgerîna tazî li min ferz kirin û hatim derbkirin 2023-04-06 09:41:58   MÊRDÎN - Girtî Îbrahîm Aşkan ku ji Şakranê sewqî Girtîgeha Tekîrdagê hate kirin, diyar kir ku lêgerîna tazî lê hatiye ferzkirin, hatiye derbkirin û li hucreya lê dimîne heta newresîm jî jê re nehatine dayîn.    Girtiyê bi navê Îbrahîm Aşkan (24), di sala 2015’an di 16 saliya xwe de li navçeya Kerboran a Mêrdînê hate girtin û li Girtîgeha Tîpa T a Şakranê dihat ragirtin. Aşkan, di 2’yê nîsanê de sewqî Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 ya Tekîrdagê hate kirin. Aşkan, li ser telefonê bi malbata xwe re axivî û da zanîn ku di ketina girtîgehê de lêgerîna tazî lê hatiye ferzkirin û hatiye derbkirin.    Kekê Aşkan, Zekî Aşkan da zanîn ku birayê wî li dijî lêgerîna tazî derketiye lewma hatiye derbkirin û ev agahî parve kir: “Piştre jî xistin hucreyê. Gef li birayê min hatin xwarin. Di hevdîtina ser telefonê de birayê min got ku dema xistin hucreyê, newresîm jî jê re nehatine dayîn. Got ku hucre pir qirêjî ye, daşir li cihekî wisa ye ku nikare biçe destavê û zexta psîkolojîk lê tê kirin. Daxwaznameyên wî nehatine qebûlkirin lewma nikare daxwazên xwe ji cihekî re bişîne. Gardiyan, her roj gefa ‘dê nekarî ji vir derkevî’ lê dixwin. Dema em li ser telefonê diaxiviyan jî 4 caran telefon hate qutkirin. Çawa ku qala binpêkirinan dikir yekser telefon dihat qutkirin. Bi kurt û kurmancî rewşa wî baş nîne.”    Aşkan, destnîşan kir ku ji ber rewşa birayê xwe bifikar in û bang li parastvanên mafên mirovan kir ku li girtîgehê lêkolînê bikin.