Ji Zanîngeha Dihokê Berwarî: Ev siyaseta şaş dê Başûrê Kurdistanê li ser nexşeyê nehêle 2023-04-06 09:05:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji Akademiya Siyasî ya Demokratîk a Zanîngeha Dihokê Dr. Kamûran Berwarî diyar kir ku bi rêbazeke nehiqûqî firotina nefta Başûrê Kurdistanê zirareke mezin da deskeftiyên Kurdistanê û got: "Ev siyaseta şaş dê rewşê bîne asteke wisa ku Başûrê Kurdistanê li ser nexşeyê nemîne û derbeyeke mezin li Kurdistanê bikeve."   Dadgeha Tehkîmê ya Navneteweyî ya Parîsê biryar dabû ku bêyî destûra Iraqê, Herêma Kurdistana Federe nikare petrolê bifiroşe Tirkiyeyê û bi vî awayî firotina petrolê dabû sekinandin. Beriya niha di navbera Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê û Tirkiyeyê de ji bo 50 salan peymana neftê hatibû çêkirin û Herêma Başûrê Kurdistanê vê yekê wekî aboriya serbixwe ragihandibû. Li gel îmzekirina vê peymanê ev di navbera Bexda û Hewlerê de bûbû sedema qeyraneke mezin. Piştî rawestandina petrolê Tirkiyeyê jî ragihandibû ku êdî muxatabê wan Iraq e û di navbera Tirkiyeyê û Iraqê de hevdîtin dest pê kiribûn. Tê xuyakirin ku Tirkiye û Iraq di bazirganiyê de li hev kirine. Lê belê di 2'yê Nîsanê de Kompanyaya Bazarkirina Nefta Iraqê (SOMO) bi daxuyaniyekê ragihand ku hevdîtinên di navbera Bexda û Hewlêrê yên der barê hinardekirina nefta Herêma Kurdistana Federe de dewam dikin û her du aliyan li ser hinek xalan li hev kiriye.    Cîgirê Akademiya Siyasî ya Demokratîk a Zanîngeha Duhokê Dr. Kamûran Berwarî mijara navborî ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.    'EV PEYMAN LI DIJÎ KURDAN BÛ'    Akademîsyen Berwarî diyar kir ku ji destpêka firotina petrolê û heta rawestandina wê gavên neqanûnî hatine avêtin û wiha axivî: "Biryara Dadgeha Parîsê ya Navneteweyî ku hatiye dayin divê pêk bê. Ji ber ku biryareke navneteweyî ye. Em dizanin ku ev 10 sal in Hikûmeta Herêma Kurdistanê nefteya Başûrê Kurdistanê bi şêwazeke ne yasayî difiroşe Tirkiyeyê. Ev peymana ji bo 50 salî, li dijî hiqûqê bû. Ji ber wê jî Hikûmeta Iraqê di sala 2014'an de vê şand dadgeha navneteweyî û spaleyek li ser Iraqê  tomar kir. Piştî çend salan vê dadgehê biryar da ku êdî nefta Iraqê neyê firotinê. Bêguman dê lêpirsînekê jî li ser vê neftê bidin destpêkirin ku, ev neft ji ku ve çûye û çawa hatiye xerckirin.Ev peymana 50'î salî li dijî kurdan hatiye kirin û ne di berjewendiyên Başûrê Kurdistanê de bû. Bandoreke gelek mezin li ser kurdan çêkiribû. Bi taybetî rewşa aborî ya Başûrê Kurdistanê. Ji aliyekî ve aboriya herêmê wêran kir û ji aliyekî din ve jî ya Iraqê. Dahatên wê neftê kesek nizane ku bi ku ve diçe û çi pê tê kirinê. Piraniya wî pereyî li Tirkiyeyê dimîne û ji welatên derve re diçe û projeyên şexsî pê tên çêkirin. Ji ber wê dadgeha Parîsê dema ku ev biryar da, dawî li peymana 50 salî anî. Ew pereyên neftê yê ku dihatin diyarkirin rojane çi qas neft diçû û ew nefta ku diçû bi dehan carên din dihat belavkirin. Ji ber wê jî bi nêrîna min Iraq lêkolîneke cidî li ser wê dosyeyê dike. Heta niha çend pere çûye, çend neft derbas kirine, çend neft çûye Îranê, çûye Pakîstanê, çûye Afganîstanê û çendî ji vê ne yasayî hatiye firotinê dê encamên vê giran bin. Bi taybetî li ser Hikûmeta Başûrê Kurdistanê ya ku ev gavên ne yasayî avêtine."    'XWEXAPANDINEKE SERBIXWE BÛ'   Akademîsyen Kamûran Berwarî bi lêv kir ku li ser navê aboriya serbixwe, aboriya herêmê hatiye wêrankirin û got: "Firotina Neftê bi aboriya serbixwe ragihandin. Firotina neftê nayê wê wateyê ku aboriyeke wan a serbixwe heye. Ew rêbaza aboriya serbixwe ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bilind kirî bi tena serê xwe nabe. Ev aborî jî bi destê dewletên dagirker ê Kurdistanê hatiye çêkirinê, lewma nabe ku tu weke serkeftinekê bibînî û wisa binirxînî. Aboriya serbixwe ew e ku tu genimî, birincî, cehî, xwarin û vexwarinê ji welatên din nekirî û te kargehên xwe yên navxweyî hebin. Hin dahatên te hebin ku gelê te hewceyî welatên din nebe. Aboriya serbixwe ev e. Aboriya serbixwe bi siyaseteke navxweyî, herêmî û cihaniya serbixwe çêdibe. Bêgûman ev tişta ku li Başûrê Kurdistanê hatiye kirin ne aboriyeke serbixwe bû, xwexapandineke serbixwe bû."    'ABORIYA SERBIXWE ABORIYA KURDISTANÊ WÊRAN KIR'   Berwarî anî ziman ku hişmendiya ku li herêmê desthilatdar e zirareke mezin daye deskeftiyên Kurdistanê û wiha domand: "Ew sedemên ku Başûrê Kurdistanê ber bi karasetekî ve birine û anîne vê qonaxê ev hişmendî û aqilê ku niha li Başûrê Kurdistanê hikûmdariyê dike bi xwe ye. Ji ber ku desthilatdariya Başûrê Kurdistanê guhdariya gelê xwe, xelkê xwe, rewşenbîr, kesayetên niştimanperwer û welatparêz nekir. Ji ber vê jî ew siyaseta şaş ya hizbî ya kesayetî Başûrê Kurdistanê gihande vê qonaxê. Ew hikûmeta ku tiştek nejiyayî û ji sala 2014'an vir ve rewşa Başûrê Kurdistanê bi temamî têk bir û bi taybetî jî rewşa aborî û ya derûnî têk çû. Ragihandina aboriya serbixwe aboriya Başûrê Kurdistanê ji sedî sed wêran kir. Niha nikare mûçeyên karkeran bide û bi milyaran dolar pereyê xelkê bêguneh ê li gel hikûmetê maye. Hikûmeta Başûrê Kurdistanê bixwaze û nexwaze rojek ji van rojan dê vî pereyê karmendên Başûrê Kurdistanê vegerîne. Çimkî tu hêzeke wisa nîn e ku bêyî zagonan û bêyî destûr bi zilm û zordarî mafê xelkekî bixwe. Ji ber vê jî Hikûmeta Başûrê Kurdistanê dê mûçeyên niha û yên çûyî jî bide xelkê. Ew çawa çareseriyê bi Bexda re bike ew ne pirsgirêka gel e, pirsgirêka wê ye."    'LI ŞÛNA KURDISTANÊ DÊ IRAQÊ HILBIJÊRE'   Akademîsyen Berwarî, di berdewamê de got ku yekane çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê guhertina pergalê ye û ev tişt got: "Ji bo derbaskirina vê rewşa heyî pêdiviya Hikûmeta Kurdistanê bi guhertinê heye. Ev siyaseta ku ji sala 1991'ê heta niha hatiye bikaranîn bi her awayî xwe re zirar aniye. Ji aliyê netewî, niştimanî, navxweyî, ewlekarî û ji aliyê leşkerî ve zirar dîtiye. Ji ber ku li Başûrê Kurdistanê bi rojane bi dehan û sedan kes qesta derveyî welat dikin û ji welatê xwe direvin. Ji bo derbaskirina vê rewşê divê ku siyaseteke demokratîk bê meşandin. Dewleta Tirkiyeyê tu caran bi Hikûmeta Kurdistanê re hevkar nebû û tu caran jî nabe heval û hogirê wê. Lê ev siyaset gihîştiye asta şikandinê. Ji ber ku rewşa Başûrê Kurdistanê xerab kirine. Lê li tevî hemû neyiniyan jî bi Dewleta Tirkiyeyê re hewl dide ku PKK'ê tune bike. Ev jî siyaseteke şaş e. Ev siyaseta şaş dê rewşê bîne asteke wisa ku Başûrê Kurdistanê li ser nexşeyê nemîne û derbeyeke mezin li Kurdistanê bikeve. Bêgûman Tirkiyeyê bi Sûdanî re li hev kiriye. Tirkiye tu caran Îranê, Iraqê û Suriyeyê naguherîne kurdan. Ev dewlet doza xwe ya li dijî kurdan didomînin. Bêgûman Tirkiye li şûna Hikûmeta Kurdistanê dê Iraqê hilbijêre û hevpeymanên xwe û danûstandina xwe bi Iraqê re bidomîne."    'YEKANE ÇARESERÎ GUHERTINA PERGALÊ YE'   Kamûran Berwarî bi lêv kir ku pergala heyeî di 30 salan bi Kurdistanê daye windakirin û ev tişt anîn ziman:" Yekane çareserkirina van pirsgirîkan ew e ku bi temamî pergala siyasî û îdarî bê guhertin. Ev siyaseta şaş ne di berjewendiyê gelê kurd de ye. Ev siyaseta şaş bûye sedem ku di van 30 salan de Başûrê Kurdistanê pêş nekeve. Divê partiyên desthilat ê Başûrê Kurdistanê gavên neteweyî û niştimanî biavêjin. Divê ku îradeya gel bê naskirin. Divê rê bidin parlementoyê û wezîrên serbixwe re danûstandinê bikin, projeyên stratejîk danin û dest ji vê siyaseta 30 sal bi xwe re birine berdin. Çimkî vê siyaseta şaş ew gihandine qonaxeke ku heger nevegerin dê bacake mezin ya vê siyasetê bidin. Hikûmeta Başûrê Kurdistanê ya dê xwe bi temamî radestî Bexda û hêzên herêmî bike yan jî dê vegerin îradeya gelê xwe. Gelê başûr, parlemento, wezîrên başûr bêdeng û bêreng û bêîrade kirine. Nahêlin ku raya giştî ya Kurdistanî ragihîne û nahêle ku xelkê başûr daxwaza mafên xwe bike û Kurdistanê xwedî derbikeve. Ji ber wê heke ku bixwazin ji vê rewşê rizgar bibin pêwîste ber bi îradeya Başûrê Kurdistanê xwe bitewînin û dest ji desthilatê berdin, yan jî razî bibin ku gel jî beşdarî desthilatê bikin û qanûnên nû danin."    'HEGER ÊRÎŞ BIKE DÊ SERKEFTINEKÊ BI DEST NEXE'   Berwarî da zanîn ku êrişeke gengaze ya li ser herêma Kurdistanê dê Iraqê vegerîne salên 80'yî û got: "Helbet her gaveke Hikûmeta Iraqê dê hebe û Başûrê Kurdistanê derbixîne. Di sala 2017'an de me dît dema ku hikûmeta Iraqê hilketî deverên xalên 140 ku ji sedî 51 û nîvê axa Başûrê Kurdistanê pêk dianî, desteser kir. Ji ber wê jî dewletên herêmî ku Kurdistanê di navbera xwe de dabeş kirin, bi hikûmeta Iraqê re tevdigerin. Lê divê em baş bizanin ku li Iraqê doza kurdî ne girêdayî partiyên siyasî û Başûrê Kurdistanê bi tenê ye. Doza kurdî girêdayî gelê kurd e û dozeke neteweyî û niştimanî ye. Heger ku Iraq êrişê bibe li ser Başûrê Kurdistanê dê serkeftinê bi dest nexe. Dê Iraq vegere salên 70-80'yî. Çimkî rewşa îro ya herêmî û cîhanî dest nade ku dewleteke weke Iraqê dest deyne li ser Herêma Kurdistanê. Dibe ku Iraq hin zagonên xwe biguherîne û hewl bide ku rewşa hemwelatiyên Başûrê Kurdistanê weke Iraqê bike, xurek û gaz hemû wek yên Iraqê bibe. Lê heke ku Iraq bi riya leşkerî bixweze ku Kurdistanê dagir bike, wê demê dê rewşa Iraqê ji ya Suriyê û Erdogan xerabtir bibe. Ev qeyrana heyî ya li Başûrê Kurdistanê bi vî rêbazî nayê çareserkirin. Ji ber wê jî çareserkirina qeyrana Başûrê Kurdistanê û Iraqê bi guhertina pergalê pêkane ye. Heger ku pergaleke konferadaralîzm a demokratîk li Iraqê bikar bînin wê demê Iraq dê  4-5 hereman bibe konfederalên demokratîk. Du parezgeh dikarin herêma serbixwe nav Iraqê de pêk bînin. Mafên wan bidinê, zimanên wan serbest bikin û çanda xwe bijîn. Û ev pêkhate bêjin ku em Iraqî ne û Iraqê biparêzin."