‘Sûriyeyiyên ji erdhejê xelas bûn, di bin kavilên vederkirinê de man' 2023-04-06 09:04:33   MÊRSÎN - Hevserokê Şaxa ÎHD'a Mêrsînê Hakki Demîr diyar kir ku sûriyeyiyên ku ji erdhejê rizgar bûne di bin "kavilên vederkirinê (marjînalbûnê) de mane û got: "Hem derûniya erdhejê hem jî biçûkdîtin û vederkirin, travmayeke mezin afirand."    Li gorî daneyên fermî, di erdhejên Mereşê de 50 hezar û 399 kesan jiyana xwe ji dest daye, bi sed hezaran kes birîndar bûne û bi mîlyonan mirov bê mal mane. Li gorî daxuyaniyên fermî, piştî erdhejê nêzî 42 hezar sûriyeyiyên li Tirkiyeyê vegeriyane welatê xwe. Sûriyeyiyên mayî jî neçar mane koçî Mêrsîn û bajarên din bikin. Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê, li ser pirsgirêkên mexdûrên erdhejê yên ji sûriyeyê yên hatine bajêr xebatek kir. Sûriyeyiyên ku ji erdhejê xelas bûne, vê carê jî di bin xirbeyên vederkirinê (marjînalbûn) mane. Hevserokê Şaxa ÎHD'a Mêrsînê Hakki Demîr, bal kişand ser rewşa sûriyeyiyên ku pê re rû bi rû mane û ragihand ku piştî erdhejê koçberiyeke bêplan çêbûye.    Têgihiştina ku "jixwe dewlet alîkariya sûriyeyiyan dike" berbelav e û ev yek di nava beşeke xwedî vê ferasetê de bûye cihê berteka "çima em alîkariya wan bikin?" Demîr anî ziman ku di erdhejê de ev têgihiştin xwe di komên dilxwaz de jî daye der û got: “Ev di xebatên saziyên sivîl de jî heye. Mixabin, ev feraseteke pir şaş e. Jixwe sûriyeyiyên rewşa wan baş, li çara serê xwe dinerin û yên xizan jî sûdê ji derfetên dewletê nagirin. Bi erdhejê re rastî binpêkirinên pir giran ên mafan hatin. Jixwe raya giştî bi hewldanên lînçkirinê dizane. Mixabin vederkirina li hemberî ûriyeyiyan, di nava beşeke mezin a civakêd e heye û tew ev yek bandor li hin mirovên divê em demokrat in jî kiriye."    PEYWIRDARÊN ŞAREDARIYÊ   Demîr anî ziman ku kesên ku ji karesatê rizgar bûne, ji ber nasnameya xwe hatine biçûkxistin û got: “Hem derûniya erdhejê hem jî biçûkdîtin û vederkirin, tarvmayeke mezin afirand. Bi ya min di vî warî de şaredarî gava xizmetê dikin divê baldar bin. Me ev helwest di peywirdarên şaredariyê de jî etspît kir. Me ragihand ku ev binpêkirina mafan e û divê zimanekî wiha neyê bikaranîn. Em ê vê yekê di rapora xwe de jî eşkere bikin."    Demîr bi bîr xist ku li Mêrsînê sûriyeyî ji wareghan hatine derxistin û wiha got: “Hûn dizanin ku li vir sûriyeyî ji wargehan hatin derxistin. Em çûn wir. Me ji nûnerê wareghê pirsî, 'Sûriyeyiyên li vir çûn ku derê?' Gotin, 'Em nizanin.' Me ji AFAD'ê pirsî, lê wan jî tiştek negot. Mixabin me jî tespît nekir ku bê sûriyeyiyên ji wir hatine derxistin çûne ku derê. Me bi erdhejê re ev jî dît ku gelek sûriyeyên netormarkiî hene."    Demîr di dawiya axaftina xwe de got: "Mixabin sûriyeyiyên ji erdhejê xelas bûn, di bin kavilên vederkirinê de man."