Yildizê ku ji girtîgehê derket: Ya ku mirovan li ser pêyan dihêle têkoşîn e 2023-04-06 09:03:35   STENBOL - Çetîn Yildiz ku di 17'ê adarê de ji Girtîgeha Tarsûsê derket, bal kişand ser binpêkirinên li girtîgehê û helwesta li hemberî girtiyên nexweş û got ya ku girtiyan li ser pêyan dihêle têkoşîn e.    Çetîn Yildiz di sala 2016'an de, gava li Kirşehîrê xwendekarê zanîngehê bû bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat binçavkirin û piştî 3 rojan hat berdan. Lê Yildiz bi heman sûcdariyê di 5'ê gulana 2017'an de vê carê li mala xwe ya Stenbolê hat binçavkirin. Yildiz piştî 13 rojên di bin çavan de hat girtin û ew şandin Girtîgeha Kirşehîrê ya Tîpa E'yê.    Yildiz piştî ku li hemberî pêkanînên rêvebeirya girtîgehê ket greva birçîbûnê sewqî Girtîgeha Tarsûsê hat kirin. Di 26'ê çileya 2018'an de, di danişîna 4'an de 9 sal û 9 meh ceza lê hat birîn. Lê Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind cezayê hat birîn xera kirin. Piştî vê Yildiz cardin hat darizandin û Dadgeha Cezayê Giran a Kirşehîrê 9 sal cez alê birî. Cardin îtiraz hat kirin û Dadgeha Bilind di 17'ê Adarê de cezayê lê hat birîn xera kir û Yildiz ji girtîgehê derket.   Yildiz têkildarî binpêkirinên li girtîgehê ji ajansa me re axivî.    POLÎTÎKAYA SIRGÛNKIRINÊ   Yildiz diyar kir ku li dijî zext û zordariyên rêveberiya Girtîgeha Kirşehîrê dest bi greva birçîbûnê kirine û got ku piştî grevê hem ew û hem jî hevalên wî sirgûnî girtîgehine din hatine kirin. Yildiz got: “Piraniya me şandin cihên dûrî bajarên ku malbatên me lê ne. Armanca vê yekê ew e ku kesên têkoşîna azadiya kurd dimeşînin îşkence bikin û têkiliya wan a bi malbatê re qut bikin. Ji ber ku her sirgûn dibû destpêka îşkenceyeke nû."   MAFÊ DERMANKIRINÊ   Yildiz anî ziman ku ji ber ku ew ciwan e li girtîgehê pir bi pirsgirêkên tenduristiyê re rû bi rû nemaye û got ku girtiyên nexweş ên li girtîgehan jî sewqî nexweşxaneyê nedihatin kirin û mafên wan ên dermankirinê dihatin binpêkirin.    ÎŞKENCEYA LI GIRTIYÊN NEXWEŞ   Yildiz bal kişand ser pirsgirêka tenduristiyê ya girtiyekî 80 salî û wiha got: “Pirsgirêka prostatê ya hevalekî min ê 80 salî hebû. Diviyabû tim biçûna daşirê, lê tenê carekê ew birin nexweşxaneyê. Dema ew birin di wesayîta rîngê de bi saetan eziyat lê kirin. Dema hevalê min çû nexweşxanê, gelek caran ji peywirdarên rîngê re gotiye divê biçe daşirê, lê nehiştine. Hevalê min biryar girt ku careke din neçe nexweşxaneyê, ji lew re gava hat di nava nivînan de ma."    Yildiz anî ziman ku ya ku li girtîgehan mirov li ser pêyan dihêle biryardayîna ji bo têkoşînê ye û got: “Dikarim bibêjim ku dema ez di girtîgehê de bûm, ew dem dema min a herî rnegîn bû. Perspektîfa girtiyan a li cihan û jiyanê cuda ye."