ÎHD’ê rapora Mîkaîl Ekîncî parve kir: Îşkence, miameleya xerab, gefxwarin 2023-04-05 16:58:57   AMED - ÎHD’ê rapora xwe ya têkildarî kuştina Mîkaîl Ekîncî ji hêla leşkeran ve li navçeya Çêrmugê eşkere kir û wiha got: “Mafê jiyanê hatiye binpêkirin, îşkence lê hatiye kirin, gef lê hatine xwarin û heqaret lê hatine kirin.”    Welatiyê bi navê Mîkaîl Ekîncî di 1’ê nîsanê de li mezraya Gulabaxça ya gundê Bistin ê Çêrmûg a Amedê bi îdiaya “Guh neda hişyariya raweste” ji hêla leşkeran ve hate kuştin. Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê têkildarî kuştina Ekîncî û miameleya xerab a li malbata wî hatiye kirin raporek amade kir. ÎHD’ê, rapora xwe li avahiya komeleyê eşkere kir. Rapor ji hêla Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn ve hate xwendin.    ‘DEMA REVIYAYÎ SOL Û GORE LI XWE NEKIRIBÛ’   Zeytûn, agahiyên ku xizmên Ekîncî û şahidên bûyerê bi wan re parve kirin vegot û ev tişt anî ziman: “Li gorî îfadeyên mexdûr û şahidên bûyerê; derdora 300 hêzên ewlekariyê hatin gund. Van hêzên ewlekariyê bi awayekî hemwext bi ser nêzî 15 malên ku endamên malbata Ekîncî lê rûdinin de girtin. Bi destpêkirina serdegirtinê re Mîkaîl Ekîncî bêyî ku gore û solên xwe li xwe bike, bi motorsîkletê hewl da bireve. Piştre jî dev ji motorsîkletê berda û bi pêyan reviya. Komekî endamên hêzên ewlekariyê li pey wî çûn û komeke din jî li malên cuda, li dijî endamên malbatê yên jin, kal, pîr û zarok tundiyeke zêde bi kar anîn. Endamên malbatê derb kirin û heqaret lê kirin. Di heman demê de li malan lêgerîn kirin. Xizmên kesê hatiye kuştin dan zanîn ku leşkeran berê çekên xwe dane wan, ew derb kirin, bi darê zorê pêdevî li erdê dirêj kirin û heta demekî dirêj bi wî awayî li erdê hiştine. Her wiha li gorî îfadeyên mexdûran, hêzên ewlekariyê yên hatin mala Mîkaîl Ekîncî, fîşê kameraya dixebitiya kişandine û beşên têkildarî bûyerê jê birine. Her wiha zarokan hewl dan bi telefonên xwe wê îşkence û miameleya xerab bikişînin lê belê dest danîn ser telefonên wan, dîmenên têkildarî bûyerê hatin jêbirin û piştre jî telefon hatin şikandin. Xizmên mexdûran dan zanîn ku dema polîsan dayî pey Mîkaîl, ji hewa ve drone dihat bikaranîn. Di heman demê de gotin ku li cihê bûyerê helîkopterek jî hebû.”    ‘HÊZEKE KEYFÎ Û ZÊDE HATE BIKARANÎN’   Bi domdarî Zeytûn ev tişt anî ziman: “Di girteka miayeneya mirî ya pêşiyê de tê gotin ku dema cihê bûyerê û taybetiyên erdnîgarî û fîzîkî bi hev re tên nirxandin, gotinên vebêjan jî rast derdikevin. Bi vê yekê re qenaeteke pir xurt çêdibe ku di 1’ê nîsana 2023’yan de li mezraya Gulabaxça ya gundê Bîstîn ê Çermûg a Amedê mafê jiyanê yê welatiyê bi navê Mîkaîl Ekîncî hatiye binpêkirin, hêzeke keyfî û zêde hatiye bikaranîn, bi guleyeke li pişta wî hatiye xistin hatiye kuştin û hêzên bi ser malan de girtin jî îşkence, miameleya xerab û heqaret li endamên malbata Ekîncî kirine û gef lê xwarine.”   Zeytûn, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di bûyera behsa xeberê de bêyî ku îfadeyên gilîker û şahidên bûyerê, dîmen û qeydên bêtêlan, rapora krîmînal, miayeneya mirî, rapora otopsiyê û daneyên din bên lêkolînkirin; hebûna gumana sûc a xurt hatiye paşguhkirin û di vê çarçoveyê de serlêdan hatiye kirin û ev yek jî bes hatiye dîtin. Bi rêbaza vexwendinê îfadeyên hêzên ewlekariyê hatine girtin û bêyî ku derheqê wan de biryareke tevdîrê were dayîn, hatine berdan. Vê rewşê, gumana ku meqamên edlî kirariyên adilane û hiqûqî nekiriye û dê nekin jî hîn bêhtir şênber kiriye. Bi taybet jî di nava 40 salên dawî de dema faîlê binpêkirinên mafan dibin xebatkarên cemaweriyê, polîtîkaya necezakirinê dikeve meriyetê. Ev bûyer û encamên wê jî ji nêzikatiya dewletê ya li hemberî pirsgirêka kurd cudatir nîne.”    ‘DIVÊ DELÎL BÊN LÊKOLÎNKIRIN’   Zeytûn, di raporê de têkldarî tiştên divê werin kirin jî ev agahî dan: “Divê têkildarî hemû hêzên ewlekariyê yên tev li bûyera kuştina Mîkaîl Ekîncî bûne bi sedema ‘kuştina bi qesdî’; ji ber tiştên bi serê malbatê anîn jî bi sedemên ‘îşkence û miamaleya xerab’, ‘bêparhiştina kesî/ê ya ji azadiya xwe’, ‘gefxwarin’ û ‘heqaretê’ lêpirsîneke edlî û îdarî were vekirin û hemû encamên lêpirsînê jî bi raya giştî re bên parvekirin. Divê gumanbar bên girtin, di nava hêzên ewlekariyê de lêpirsîna îdarî were destpêkirin, ev kes ji peywirê bên avêtin, hemû agahî û delîl (qeydên droneyê yên têkildarî bûyerê, qeydên hevdîtinên hêzên ewlekariyê yên ser bêtêlan, dîmenên wesayîtên zirxî û amûrên ewlekariyê, qalikên guleyên li cihê bûyerê, îfadeyên şahidên bûyerê) bên tespîtkirin, berhev kirin û parastin; dev ji polîtîkaya necezakirinê were berdan; Tirkiye li gorî berpirsyartiyên xwe yên navneteweyî tevbigere; Tirkiye li gorî pêşniyarên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê tevbigere û rayeyên bêsînor ên dayîn hêzên ewlekariyê bisînor bike û lil gorî mewzûatê sererast bike û di mijara bikaranîna hêzê de jî li gorî standartên navneteweyî tevbigere.”