Sewalvanê mexdûrê erdhejê: Pêdiviya min bi axurekî û bi êm heye 2023-03-29 10:02:55 DÎLOK - Mexdûrê erdhejê Metîn Turkoglû ku li cihekî dûrê gundê xwe bi derfetên xwe ji bo sewalên xwe stareyek çêkiriye diyar kir ku pêdiviya wî bi êm û axur heye û got ku şîrê didoşe ji ber ku nikare bifiroşe ji bêgavî dirijîne.    Li gundê Şerko yê navçeya Islahiye ya Dîlokê ku bandor ji erdhejên Mereşê girt, xanî û axurê Metîn Turkoglû (25) hilweşiyan.    Piştî erdhejê 40 karik û 15 bizinên Turkoglû ji ber sermayê mirin. Turkoglû ku ji bo dest ji warê xwe bernede li ber xwe da, li cihekî dûrî gund bi derfetên xwe ji bo nêzî 90 heywanên xwe stareyek çêkir. Turkoglû destnîşan kir ku piştî erdhejê bi çend rojan koneke 50 metrekare peyde kiriye û wiha got: “Di erdhejê de mala me û axurê me hilweşiyan. Gelek sewalên me ji sermayê mirin. Piştî meh û nîvekê konekî 50 metrekare dan min. Heywanên min di stargehek pir xirab de ne ku min bi derfetên xwe ew ava kiriye. Ma ez bizinan an jî karikan têxim wê konê? An ez têkevimê?"    Turkoglû diyar kir ku ew li derî gund dimîne û wiha domand: "Em nikarin cil û bergên xwe bişon, nikarin serê xwe bişon. Ger derfet hebe em 10-15 rojan carekê avê germ dikin û xwe pê dişon."    Turkoglû anî ziman ku ji bo karibe heywanên xwe xwedî bike doza axurekî û êm kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ez serê sibê heywanan dibêm çêrê, heta êvarê dimînim. Lê ev têr nake. Beriya 20 rojan 600 kîlo êm dan min, lê ancax têra wan a deh rojan kir. Ez nizanim ez ê çi bidim heywanan? Ez nikarim êm bikirim û ge rez bikirim jî ez ê deynim ku? Min şîrê heywanan dot, lê min nikairbû bifiroşe. Ji ber vê min rijan. Ez dûrî gund im. Wesayîtek min jî tune ye. Bila ji bo min axurekî çêbikin û ji bo êm alîkariya min bikin."    MA / Delal Akyuz