ROJEVA 29’Ê ADARA 2023’YAN 2023-03-29 09:00:02 * HUDA PAR ango Hîzbûllah daxilî Tifaqa Cumhur bû. Ev partî wek baskê leşkerî yê Hîzbûllahê tê zanîn û derket ser dika siyasetê. Hîzbûllah bi îşkence, benê berazan, êrişên sator û kezabê tê zanîn û gelek siyasetmedar û rojnamevan di salên 90’î de ji aliyê vê rêxistina tarî ve hatin qetilkirin.  * Hilberînerên tûtinê ku li Semsûrê çavkaniya debarê ye, diyar kirin ku piraniya tûtina wan bin kavilan de maye û gotin: “Êdî tûtineke ku em bifiroşin tune ye. Berê me li vir kîloya wê bi 150 TL'yî dida, niha bûye 300 TL."   * Mexdûrê erdhejê Metîn Turkoglû ku li cihekî dûrê gundê xwe bi derfetên xwe ji bo sewalên xwe stareyek çêkiriye diyar kir ku pêdiviya wî bi êm û axur heye û got ku şîrê didoşe ji ber ku nikare bifiroşe ji bêgavî dirijîne.    * Mexdûra erdhejê Gulay Ûnûtmazê hilbijartinên ku dê di 14'ê Gulanê de çêbibin bibîr xist û got: “Gel dizane wê çi bike. Bajar bi tenê hat hiştin, bila ji bîr nekin."   * Derket holê ku Serokê Komîsyona Îmarê ya Meclisa Şaredariya AKP'î ya Nûrdaxiyê muteahîd Yûnûs Kaya yê firar, bi wekaletnameya li cem birayê xwe di 4 rojan de herî kêm 85 wesayîtên xwe firotine.    * Rojnameger Botan Germiyanî got: "Hikûmeta Herêma Kurdistanê di bin deynan de maye. Heke biryara dadgeha tehkîmê bi cih bibe ev deynê dê zêdetir bibe. Ji ber ku berê digotin em ji para neftê deynên xwe didin, lê ev jî ji destê wan biçe êdî tu qadên wê yên aborî namîne û qurbanîyên vê jî dê bibe gelê Herêma Kurdistanê."   * Li Girtîgeha Bolûyê di nava salekê de înfaza 12 girtiyan bi hinceta “Avê zêde bikartînin” , “Ji rêxistinê venaqetin” , “Ji bo poşmaniyê serî lê nedane” , “Tev li aktîvîteyên manewî nabin” 30 caran şewitandin.    * Mehmet Ocalan, birayê Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan, her kesî vexwand Meşa Adarê ya 4'ê Nîsanê û got: "Em bi hev re rojbûna Serok pîroz bikin."    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê dê di roja 737’an de berdewam bike.    * Dayikên Şemiyê têkildarî biryara binpêkirinê ya Dadgeha Destûra Bingehîn li dijî astengkirina çalakiya wan a heftane daye wê li Şaxa ÎHD’a Stenbolê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê wê têkildarî rewşa tenduristiyê ya girtiyê nexweş Ekîm Polat ê li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê tê ragirtin li komeleya xwe daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.30)   * Komeleya Ekolojiyê, ji bo balê bikişînin li ser texrîbata ekolojîk a li Baxçeyên Hewselê û Çemê Dîcleyê wê li Birca Keçikê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (17.00)