Bi hinceta ‘ji bilî malbatê ji kesên din re name dişîne’ nayê berdan 2023-03-28 10:02:06   ENQERE - Fevzî Esen ê li Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê tê ragirtin, tevî cezayê lê hatiye birîn xelas kiriye jî bi hinceta rapora “ji bilî ferdên malbatê ji kesên din re name dişîne” ya Lijneya Çavdêriyê ya Îdareyê nayê berdan.    Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan li girtiyan tê ferzkirin, bi astengkirina berdana girtiyan zêde dibin. Fevzî Esen ê li Amedê piştî di sala 1992’yan de hate binçavkirin ji aliyê Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) ya Amedê ve cezayê muebbetê yê hefsê lê hate birîn. Esen ê li Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê tê ragirtin, tevî 30 sal û 8 meh girtî ye jî nayê berdan.    Esen, bi nameya ku şand ragihand ku tevî înfaza wî hatiye temamkirin jî bi hinceta rapora Lijneya Çavdêriyê ya Îdareyê ya Girtîgehê nayê berdan.    BI HINCETA ‘QAWIŞA BÊALÎ’   Esen, diyar kir ku 10 salên dawî li Girtîgeha Eskîşehîrê 30 sal û 8 meh in girtî ye û da zanîn ku ji 30’ê gulana 2022’yan ve dîroka “berdana bi şertê kontrola edlî” derbas bûye. Esen, anî ziman ku tevî rapora ewil a Lijneya Çavdêriyê ya Îdareya Girtîgehê ya “Di rewşa baş de ye” dabû jî nehate berdan û destnîşan kir ku bi rapora duyemîn jî bi hinceta di qawişa “bêaliyan” de nemaye û ji bilî ferdên malbatê ji kesên din re name şandiye berdana wî hatiye taloqkirin.    Esen da zanîn ku li dijî biryara Lijneya Çavdêrî û Îdareyê serî li Dadgeha Ceza ya Giran û Dadgeha Înfazê daye, di berdewama wê de dosya veguhestiye Dadgeha Bilind û Dadgeha Destûra Bingehîn û bi lêv kir ku wê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomîne.    HEMAN LIJNE BIRYARÊN CUDA!    Esen, hincetên ku di du raporên cuda yên Lijneya Çavdêriyê ya Îdareyê de jî rêzkirin. Di rapora Lijneya Çavdêrîya Îdarî ya 12’ê gulana 2022’yan de, lijneyê biryar da ku Esen di “rewşeke baş” de ye, lê pêşniyaz kir ku puana wî ya 48,75 asteng e û di rapora xwe ya 9’ê mijdara 2022’yan de ev sedemên li jêr rêz kirin: “Nemayîna li qawîşeke bêalî, nîşandana vîna bêalîbûna ji rêxistinê, ji bilî ferdên malbatê ji kesên din re name şandin, ji girtiyên siyasî yên li girtîgeheke din dimînin re name şandin, berdewama têkiliyên wî yên bi rêxistinê re, dema derket dadgehê pêkanîna cilên yek reng şermezar kir û bêdengî li ber xwe daye, mafên dane wî bi niyeteke baş bikarneanîne, ketina çalakiya greva birçîbûnê, nameya ‘bixeter’û ji ber çalakiya greva birçîbûnê 5 caran cezayê dîsîplînê lê hatiye birîn.”