Mexdûrên erdhejê: Bes e bila ev desthilat biçe 2023-03-28 09:18:08 MEREŞ - Mexdûrên erdheja Bazarcixê daxuyaniyên Erdogan ên piştî erdheja Wanê ku gotibû "em ê avahiyan çêbikin" bi bîr xistin û gotin ku şêniyên Wanê hê jî mexdûr in.    Tevî ku 50 roj di ser erdhejên Mereşê re derbas bûne, hê jî pêdiviyên mexûrên erdhejê nehatine peydekirin. Serokkomarê AKP’î Recep Tayyîp Erdogan jî li xwe mikur hatibû û gotibû, "Li hemberî karesatên bi vî rengî îmkanên heyî têr nakin. Lewma me ji bo alîkariyê bang li qada navneteweyî kir" û pêşî ji mexdûrên erdhejê xwestibû heqê xwe lê helal bikin û paşê jî doza rayên wan kiribû. Ji xeynî vê Erdogan li her derî dibêje wê avahiyan ji bo mexdûrên erdhejê çêbike. Mexdûrên erdhejê bertek nîşanî van daxuyaniyên Erdogan dan.    Li navenda erdhejê Bazarcixê Ayşe Çevîkê bertek nîşanî desthilata AKP'ê da û got: "Ger tu bî, tu yê raya xwe bidî kesekî ku xwedî li te dernayê? Çevîkê bilêv kir ku ewil erdhejê bandor li wan kiriye û piştre jî ji ber baranê konên wan di bin avê de mane û wiha axivî: “Em di nava heriyê de radizên. Bila werin û li halê me binêrin. Deng meng ji bo wan tune ye. Di dema erdhejê de hûn nehatin we alîkarî nekir. Lewma hûn ê nikaribin bedêla wê bistînin. Gelê me perîşan bûye. Rewşa gel pir xerab e. Tu kes heqê xwe li vê detshilatê helal nake. Ez jî helal nakim û raya xwe jî nadim."    DIXWAZE LI DERSÊN XWE BIXEBITE   Selînay Kara ya 18 salî jî  anî ziman ku piştî 3 rojan wan bi xwe konê xwe danîne û got: “Ez nikarim li dersên xwe bixebitim. Ez ê têkevim ezmûna zanîngehê. Pirtûkên min, tiştekî min tune ye. Em tenê di kon de rûniştî ne. Ez dixwazim li dersan bixebitim û biçim dibistanê."    'ÊDÎ BILA EV DESTHILAT BIÇE'   Halîme Dogru jî diyar kir ku bi baranê re dinya sartir bûye û sobeyên ceyranê yên ku li wan hatine belavkirin jî bi hinceta dibe ku bibin sedema şewatê ji wan hatine stendin û got: "Ev hikûmet bi kîjan rûyî doza rayan li me dike? Êdî bila ev desthilat biçe."    Vakkas Polat jî destnîşan kir ku ev desthilat 20 sal in vî welatî bi rê ve dibe û bang li Erdogan kir û got: "Dest ji vî karî berde." Polat anî ziman ku dê raya xwe nedin Erdogan û bi vî awayî vê nediyariya li pêşiya wan zelal bikin.     MA / Rûkiye Adiguzel