Bertekên li dijî binçavkirinan: Em ê pergala AKP-MHP’ê têk bibin 2023-03-27 15:44:00   RIHA - Rêxistinên HDP û DBP’ê yên Rihayê bertek nîşanî binçavkirinan dan û diyar kirin ku dê tu carî carî dev ji têkoşîna xwe bernedin û wiha gotin: “Em ê di 14’ê gulanê de tevî gelê xwe, pergala AKP-MHP’ê têk bibin.”   Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Pirsûsê de li Pirsûs û Stenbolê 25 kes hatibûn binçavkirin. Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DB) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Rihayê jî bi daxuyaniyekê ev binçavkirin şermezar kir. Endam û rêveberên DBP û HDP’ê yên Rihayê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka HDP’a Rihayê Aliye Kizildamar ve hate xwendin.    Kizildamar, got ku desthilatdariya AKP-MHP’ê çiqas êriş û zilmê li wan bike jî dê tevî gel di 14’ê gulanê de wan têk bibin û ev tişt anî ziman: “Bila gelê me baş bizane ku em tu carî dev ji têkoşîna xwe bernadin û em ê vê pergala ku li ser gelê me bûye barek, têk bibin. Armanca wan ew e ku gelê me bitirsînin. Lewma êrişî partiya me dikin. Lê em ê tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedin û jiyana wekhev bi hev re ava bikin. Em binçavkirina hevalên xwe şermezar dikin û qebûl nakin.”    Daxuyanî bi dirûşm û çepikan bi dawî bû.