Ji bo Dayikên Aştiyê yên girtî banga azadiyê kirin 2023-03-27 13:26:32   MÊRDÎN - Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Mêrdînê ji bo berdana Dayikên Aştiyê yên girtî bang kirin.    Meclisa Dayikên Aştiyê ya Mêrdînê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî girtina Dayika Aştiyê Behiye Yalçin û 6 jinên din li Îzmîrê û şewitandina înfaza Dayika Aştiyê Hanse Bulut da. Daxuyanî li navçeyên Artuklu û Nisêbînê hatin dayîn.    Daxuyanî li pêşiya rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Artukluyê hate dayîn. Li gel endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, her wiha gelek kesên din jî tev li daxuyaniyê bûn. Ji Dayikên Aştiyê Besna Gunay diyar kir ku ew li dijî şer in û wiha got: “Em dayikên wekhevî û mirovahiyê ne. Lê destên van dayikan kelemçe dikin û têxin zindanan. Em vê qebûl nakin û şermezar dikin. Em ji bo ku pêşî li ber rijandina xwînê bigirin derketin. Em naxwazin dayik bên kelemçekirin û girtin. Daxwaza me ew e ku ev dayik bên berdan.”    Di daxuyaniya li pêşiya Rêxistina HDP’a Nisêbînê de jî ji Dayikên Aştiyê Perîhan Atûg axivî. Atûg, xwest ku Dayikên Aştiyê yên girtî tavilê bên berdan û ev tişt anî ziman: “Dayik, şer naxwazin û ji bo aştiyê têdikoşin. Çi dibe bila bibe em ê dev ji daxwaza xwe ya aştiyê û demokrasiyê bernedin. Divê dayikên me tavilê bên berdan. Em qebûl nakin ku dayikên me bên girtin û binçavkirin.”   Piştre jî ji Dayikên Aştiyê Emîne Koç axivî û da zanîn ku li dijî girtinan, ew daxwaza aştiyê dikin.