Kesê cara duyemîn êrişî avahiya HDP’ê kir dîsa hat berdan 2023-03-26 22:47:55   STENBOL - Kesê bi navê Mehmet Beyazit ê ku cara duyemîn êrişî avahiya HDP'a Stenbolê kir, dîsa hat berdan.    Kesê bi navê Mehmet Beyazit di 21'ê sibatê de êrişî avahiya Rêxistina HDP'ê ya Bajarê Stenbolê kiribû û dadgehê ew berdabû. Beyazit ê êrişkar cara duyemîn di 25'ê adarê de hat ber avahiya HDP'a Stenbolê û derî û dîwarê avahiyê bi spreyê boyax û xêz kir. Êrişkar duh li mala xwe hat binçavkirin. Li Qereqola Kasimpaşayê ji tawanbariya "zirar daye malê xelkê" îfade da. Êrişkar di îfadeya xwe de gotiye ku wî rengê avahiya HDP'ê neecibandiye.    Beyazit ê birin dozgeriyê bi şertê kontrola edlî sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê hat kirin. Dadgeriyê di saetên êvarê de biryara berdana êrişkar da.