Zaroka mexdûra erdhejê di şewata kon de jiyana xwe ji dest da 2023-03-26 21:11:53   NAVENDA NÛÇEYAN -  Li Îskenderûnê di konê malbatek mexdûrên erdhejê de şewat derket û zarokek 4 salî jiyana xwe ji dest da.      Li navçeya Îskenderûnê ya Hatayê di konê malbatek erdhejên mexdûrê de şewat derket. Tê texmînkirin ku şewat ji ber ceyranê derketiye û Ertug Velî Eker (18) û xwişkên xwe Yeşîm Eker (17) û Elîf Mislîna Eker (4) birîndar bûn. Elîf Mislîna ku rewşa wê giran bû jiyana xwe ji dest da û tedawiya her du ferdên din jî didome.