Li Rihayê carek din lehî rabû 2023-03-26 20:17:07   RIHA - Li Rihayê piştî lehiya di 15'ê adarê rabûbû û 19 kesan canê xwe ji dest dabû, îro piştî nîvor dîsa ji ber barana zêde lehî rabû.    Li Rihayê ji ber barana zêde ya ku piştî nîvro dest pê kir li gelek cade û kolanên bajêr lehî rabû. Ji ber lehiyê li Newala Karakoyuna li taxa Mancî û taxên girêdayî navendê lehî rabû. Li taxên Mancî û navçeya Halîlye ya navçeya Eyubiyeyê lehî rabû. Li aliyê din şêniyên taxa Manciyê diyar kirin ku piştî baranê lehî rabû û gelek cade û kolan di bin avê de man û gelek kargeh di bin bandora lehiyê de man. Xelkê taxê da zanîn ji ber kevirên ku bi avê re hatin û kortên ku vebûne rê li trafîkê hat girtin.    AFAD'ê hişyarî da ku baran wê heta roja sêşemê bidome, ji ber ku ava çemên Cavsak, Karakoyun û Mancî rabû metirsî heye ku lehiya duyemîn rabe.