Tayînkirina qeyûman hate protestokirin: Her tiştê gel talan kirine 2023-03-26 17:38:08   AMED - MYK’a HDP’ê têkildarî tayînkirina qeyûman li şaredariyan daxuyaniyek da û wiha got: “Qeyûmmalên şaredariyan bi awayekî neqanûnî difiroşin û ji bo xwe û alîgirên xwe dikin çavkaniya debarê.”   Desteya Rêveberiya Navendî ya (MYK) Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi boneya salvegera tayînkirina qeyûman, li pêşiya avahiya Şaredariya Peyas a Amedê daxuyanî da. Hevserokên HDP’a Amedê Gulistan Atasoy û Zeyyat Ceylan, rêveberên HDP, Partiya Çep a Kesk, DBP, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), nûnerên rêxistinên sivîl, hevşaredarên navçeyên Bajarê Nû, Sûr, Bismil û Peyasê tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Qeyûm derbeyeke li dijî vîna gel e” hate vekirin.    Di daxuyaniyê de Hevşaredarê Bajarê Nû Mehmet Devîren ê ku qeyûm tayînî şûna wî hatiye kirin axivî da zanîn ku bi tayînkirina qeyûman re her dever veguherandine qada talanê û wiha got: “Hemû sepanên wan, sepanên keyfî ne. Qeyûm, tiştên gel ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin. Hemû şaredariyên me yên bi keda gelê me hatin avakirin, hatin valakirin. Her wiha milkê şaredariyê tevek dane ber firotinê. Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin û yê Şaredariya Bajarê Nû, beriya hilbijartinê bi lez û bez hemû neguhêzbarên şaredariyê dane ber firotinê. Qeyûmên ku bi awayekî derqanûnî van tiştan difiroşin, ev qad bo xwe û alîgirên xwe veguherandiye çavkaniya debarê.”   ‘PÊDIVÎ BI 20 HEZAR XANIYAN HEYE’   Devîren axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo hilbijartinê demekî nêz ma ye. Hewcehiya bajarê me bi 20 hezar xaniyan heye. Lê qeyûman milkê gel firotin.”