Rêveberiya Xweser serdana Senatoya Fransayê kir 2023-03-25 14:27:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeyeke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi endamên Senatoya Fransayê re hevdîtin kir.   Şandeyeke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê duh serdana Senatoya Fransayê kir. Şande ji Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Bedran Çiya Kurd, nûnerê Rêveberiya Xweser ê Ewropayê Ebdulkerîm Omer, berdevka YPJ'ê Rûksan Mihemed, berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd û nûnerê Rêveberiya Xweser ê Fransayê Xalid Îsa pêk hat.   Li gorî malpera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şandeyê bi senator Pierre Laurent re li avahiya Senatoyê ya li paytexta Fransa Parîsê hevdîtin pêk anî.   Di hevdîtinê de rewşa giştî ya li Sûriyeyê ya piştî 12 salan a ji krîzê li gel nebûna çareseriyek siyasî, hat nîqaşkirin.   Her du aliyan astengiyên siyasî, aborî, mirovî û ewlehî yên ku Rêveberiya Xweser pê re rû bi rû dimîne, her wiha gef û êrişên dewleta tirk a dagirker ên ku îstîqrara herêmê xira dikin û dikevin xizmeta çeteyan, nîqaş kir.   Sûcên li herêmên dagirkirî yên mîna qetilkirin, girtin û guhartina demografyayê ên ji hêla çeteyên dewleta tirk a dagirker ve tên kirin, nexasim qetilkirina 4 kesên ji heman malbetê di şeva Newrozê de, rojevek nîqaşan bû. Hat desntîşankirin ku divê Fransa û civata navneteweyî li hember van dosyayan berpirsiyariyên xwe pêk bînin.   Pierre Laurent, fedakariyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî çeteyan dane bi nirx dîtin û sersaxî ji malbatên qurbaniyên erdhejê û malbata şehîdên li Cindirêsê re xwest.   Pierre Laurent careke din diyar kir ku ew ê destekê bidin Rêveberiya Xweser, hevkariya di navbera Rêveberiya Xweser û Fransayê de bi pêş bixin da ku li hember “terorê” bisekinin û çareyeke aştiyane û demokratîk ji krîza Sûriyeyê re bibînin.