ROJEVA 25'Ê ADARA 2023'YAN 2023-03-25 09:00:01     * Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku tecrîda li Îmraliyê wekî "Tecrîda ku bi navê hêviyê tiştekî nahêle" şîrove dike, dibêje li dijî tecrîda mutleq feraseta heqîqet û wateyê, hêza liberxwedayînê lê peyde dike.    * Xeyic Tatli ku keça wê li Rojava jiyana xwe ji dest da û kurê wê jî du sal beriya niha piştî ket hêzên PDK'ê û careke din agahî jê nehat girtin diyar kir ku keç û kurê wê çûn lê qasî tayên porê wê ciwan dan pey doza wan û got: "Daxwaza min ew e ku beriya ku bimirin tirbeya wê bibînim. Bi hezaran dayikên weke min hene.”   * Di heyama 20 salên desthilatdariya AKP'ê de li bajarên bakurê Kurdistanê gelek zarokên kurd ji aliyê leşker û polîsan ve hatin kuştin, îşkencekirin û birîndarkirin. Kujer û tawanbaran ji ber bûyerên ku kirine tu ceza negirtin û zarokên bi îşkenceyê re rûbirû man hatin cezakirin.    * Kavilên ku li Îskenderûnê hatin rakirin, li nav zeviyên li ber girtîgehê û Zozanên Bîtîşê ya 13 kîlometre dûrî navenda navçeyê tên valakirin.    * Li Erzînê ku şaredariya CHP'î got tu avahî lê nehilweşiyane û pesnê wê da, kon bi destê welatiyên ku xaniyên wan pir xesar dîtine nakeve. Konên ku qeymeqamtiyê dane jî, dilopan dikin.   * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 733’yemîn de berdewam bike.    * ÎHD dê têkildarî binpêkirinên mafan ên li herêma erdhejê qewimîn li navenda xwe raporek eşkere bike. (11.00)   * Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD'ê dê li Amed û Êlihê çalakiya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" berdewam bikin. (12.00)   * Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û daxwaza darizandina kujeran bikin dê di hefteya 939'emîn de çalakiya xwe online berdewam bikin. (12.00)   * OHD têkildarî salvegera duyemîn ku agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin dê li navenda xwe ya giştî civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.00)    * DÎTAM dê bi beşdariya siyasetmedarê kurd Ahmet Turk û Prof. Dr. Hamît Bozarslan li hotêlek Amedê civîna bi sernavê "Di siyaseta Tirkiyeyê de kurd û hilbijartin" li dar bixe. (13.30-17.00)   * Şaxên ÎHD'ê yên Enqere, Stenbol û Îzmîrê wek her hefteyê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê daxuyanî bidin. (13.30)    * Seyme Organîzasyon li Navenda Çandê ya Erol Olçok a li Esenyûrda Stenbolê dê lîstika bi navê "Nîsko" bide pêşandan. (15.00)