Mazlûm Ebdî: Tevî DYA'yê dê têkoşîna me ya li dijî DAIŞ'ê bidome 2023-03-24 22:04:22   NAVENDA NÛÇEYAN  - Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî, diyar kir ku dê têkoşîna wan a hevpar a bi hêzên DYA'yê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê bidome.    Li gor nûçeya malpera CNN'yê ya Amerîkayê, Wezareta Parastinê (Pentagon) a DYA'Yê, ragihandiye ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê avahiyeke ku leşkerên DYA'yê lê dimînin bi SÎHA'yan hatiye bombebarankirin û êriş ji aliyê komeke girêdayî Îranê ve hatiye kirin. Di êrişê de leşkerî DYA'yê û 5 xebatkar jiyana xwe ji dest dan.   Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî, sersaxî ji malbata leşkerê ku di êrişa hewayî de jiyana xwe ji dest daye xwest û ji bo birîndaran jî şîfa xwest. Ebdî di peyama xwe de got: "Em vê êrişa xayin şermezar dikin. Dê têkoşîna me ya hevpar a bi DYA'yê re ya li dijî çeteyêN DAIŞ'ê bidome."