Li bajarê Xoyê bi pileya 5.6 erdhej çêbû 2023-03-24 15:40:44 NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Xoy ê rojhilatê Kurdistanê bi pileya 5.6 erdhej çêbû. Di erdhejê de herî kêm 80 kes birîndar bûn.   Îro di danê sibehê de li bajarê Xoy ê rojhilatê Kurdistanê bi pileya 5.6 erdhej çêbû. Rêveberiya Qeyranan a Parêzgeha Urmiyeyê ragihand ku erdhej serê sibehê saet di 06.16’an de çêbû û di erdhejê de herî kêm 82 kes birîndar bûne.    Ji ber erdhejê av û ceyrana gelek gundan qut bûn. Her wiha hat ragihandin ku li gundekî Selmasê malek hilweşiyaye.    Erdhejê bandor li Tebrîz, Urmiye û Wanê jî kir.