Di hotêleke Pendîkê de şewat derket: 2 kes mirin û 2 jî birîndar bûn 2023-03-24 09:39:55 STENBOL - Li Pendîkê di hotêleke 7 qat de şewat derket. Di şewatê de 2 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.    Li ser Cadeya Erol Kaya ya li Taxa Dogu ya navçeya Pendîka Stenbolê di hotêleke 7 qat de ji ber sedemeke nediyar şewat derket. Kesên li hotêlê hatin derxistin û agir hate vemirandin. Di şewatê de 2 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn. Komên tenduristiyê kesên birîndar rakirin nexweşxaneyê.    Xebatên tîman ên li cihê bûyerê berdewam in.