Li Stenbolê di nexweşxaneyê de şewat: Kesekê jiyana xwe ji dest da 2023-03-24 09:33:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Stenbolê di şewata li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Abdûlhamîd Han derket de kesekê jiyana xwe ji dest da.    Li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Sûltan Abdûlhamîd Han a Uskudara Stenbolê di qata 6’emîn a emeliyatxane lê ne, şewat derket. Piştî şewatê gelek tîmên agirkujiyê sewqî nexweşxaneyê hatin kirin. Nexweşên li nexweşxaneyê tedawî didîtin sewqî nexweşxaneyên cuda hatin kirin. Walîtiyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku di şewatê de nexweşeke li beşa lênerîna awarte dihat dermankirin jiyana xwe ji dest daye.    Di daxuyaniya Walîtiyê de wiha hate gotin: “Di serî de 15 nexweşên me yên rewşa wan krîtîk ku di beşa lênêrîna awarte de dihatin dermankirin û nexweşên di beşên din de dihatin dermankirin 109 nexweşên me bi armanca bergiriyê sewqî nexweşxaneyên derdorê hatin kirin. Di vê kêliyê de mixabin nexweşekî me yên rewşa wî giran bû û di beşa lênerîna awarte dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.”