Mexdûrê erdhejê yê di axurê de enfeksiyon girt jiyana xwe ji dest da 2023-03-24 09:01:24 DÎLOK - Şehmûs Kûrt ê mexdûrê erdhejê û nexweşîna peneçêşêrê pê re hebeû, piştî ku dewletê konteyner neda wî, ji bêgavî di axurê de ma û li vir ji ber enfeksiyonê jiyana xwe ji dest da.    Şehmus Kûrt (58) ku nexweşîna pençeşêrê pê re hebû, li taxa Haltanli a navçeya Islahiye ya Dîlokê ji ber enfeksiyonê jiyana xwe ji dest da. Malbata Kûrt ku piştî erdhejê pênc rojan cihekî mayinê bi dest wan neket, ji bêgavî di axurekî de dimîne ku kêlekeke axurê vekiriye. Kûrt li vir enfeksiyonê digire û herr diçe rewşa wî xirab dibe. Kûrt di 14'ê adarê de jiyana xwe ji dest da.   Revan Gulîzar Dogan a keça Şehmûs Kûrt, anî ziman ku di saetên ewil ên erdhejê de di bin baran û berfê de li baxçe mane û ji ber ku bavê wê nerihet bûye ji bêgavî bi malbatî ketine hundirê axurê. Dogan got: “Me bi derfetên xwe palet dîtin, xalî danîn. Li malê sedira bavê min hebû, me ew anî. Me got qet nebe em di nava mîkrobê de nemînin. Em pênc rojên ewil li wir man. Me gazî keya kir, me kon xwest, lê tune bû. Me di axurê de di ereboka destan de agir vêdixist. Lê em ji dûmana agir bibandor dibûn. Di wê heyamê de kon ji kesî re jî nehat. Ji ber ku bavê min nerihet bû, rayedaran xwe gihand me. Me got kon an jî konteynerekê bişînin. Gotin 'em ê konteynerê bişînin' lê neşandin. Me hewl da ku em bi derfetên xwe tiştekî bikin."   ‘ENFEKSIYON GIRT'   Dogan diyar kir ku piştî nexweşiya bavê wê zêde bûye ew şandine Hatayê û ev tişt ragihandin: “Me bavê min bi otobusê bir nexweşxaneya Hatayê. Ji bo lênihêrîna awarte rasterast ew birin Edeneyê. 7-8 rojan li wir ma. Lê êdî nikarîbû bimeşe. Dema bavê min birin Edeneyê, bijîşkan got enfeksiyon girtiye. Ji ber ku gurçik û rovîyên enfeksyon girtibûn bi zerikê ket. Bavê min ji nexweşxaneyê derket, wê demê konê me tune bû. Piştre Heyva Sor kon da me. Lê ew jî dilopan dikir. Ji ber vê yekê bavê min nedikarî were. Apê min li Hatayê dimîne, me dîsa bavê xwe şand wir. Li wir tim diçû nexweşxaneyê. Xwest ji Hatayê were gund. Hat gund, du rojan ma, dema rewşa wî xerab bû, me ew dîsa bir Edeneyê. Çend rojan ma. Ji wir jî me ew dîsa bir Hatayê mala meta min. Bavê min di 14’ê adarê de li Hatayê jiyana xwe ji dest da.”   ‘TU TIŞT NIKARE WAN ROJAN BIDE EFÛKIRIN'   Dogan anî ziman ku gava bavê wê sax bûye dayika wê ji bo konteynerê serî li qeymeqamtiyê daye, lê çi erênî çi jî neyînî tu bersiv wernegirtine. Dogan herî dawî ev tişt gotin: "Rayedaran ji me re got 'Nexweşê we heye, ê dora pêşî ya we be.' Lê hê jî konteyner nehatiye. Dêya min ew hê jî di kon de dimînin. Çend roj berê ji me re koneke ku dilopan nake ji me re anîn. Bavê min jiyana xwe ji dest da, lê kes nehat nepirsî. Bi rastî jî 3 rojên ewil kes nehat vir. Heke ew bihatana, belkî gelek kes nemirana. Belkî jî piraniya mirovan ji serma mirin. Ji ber ku pir sar bû. Qet nebe hefteyek bi şûn de dikaribûn kon bianiyana ji mirovan re. Niha derûniya kesî nebaş e. Bi taybetî jî ya zarokan. Di vî warî de pêdiviya me bi piştgiriyê heye. Piştî vê demê, tu tişt nikare wan rojan bide efûkirin."    MA / Delal Akyuz