NPG: Dixwazin beriya hilbijartinê şer bidin desptêkirin 2023-03-23 11:27:09   NAVENDA NÛÇEYAN - NPG’ê diyar kir ku tevî biryara wan a bêçalaktiyê ya ji ber erdhejê jî êrişên li dijî hêzên wan didomin û ev hişyarî kir: “Dixwazin beriya hilbijartinê şerekî bidin destpêkirin.”    Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) ji fermandar û şervanên Hêzên Parastina Gel re peyamek weşand. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF); NPG’ê diyar kir ku tevî biryara wan a bêçalaktiyê jî êrişên li dijî hêzên wan didomin. NPG’ê diyar kir ku dibe beriya hilbijartinên 14’ê gulanê ev êriş zêdetir bibin û ev hişyarî kir: “AKP-MHP dixwazin beriya hilbijartinê rageşiya heyî kûrtir bikin. Tiştekî îxtîmal e ku di nava 2 mehên pêşiya me de bûyerên tarî, lîstikên cuda û hîleyên cur bi cur çêbibin. Ji ber ku rejîma AKP-MHP’ê dixwaze rageşiyê kûrtir bikin û bi derxistina krîzeke sunî re bikevin hilbijartinê. Ji bo vê jî hinek amadekarî kirine.”   Di berdewamiya peyamê de hat destnîşankirin ku ji bo belavkirina Maseya Şeşling li ser Partiya Îyiyê operasyonek hatiye kirin û ev tişt hatin parvekirin: “Lê ev operasyon vala derket. Niha jî dixwazin operasyona duyemîn têxin meriyetê. Operasyona duyemîn jî dê li dijî têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê û qada siyasî bê kirin. Dê zextekî girantir li Rêber Apo bikin. Dê êrişên leşkerî yên mezintir bikin. Heta dibe ku li dijî Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişên nû bidin destpêkirin. Anku di serdem û dîrokeke wiha girîng de, divê tu hevalên me bi awayeke xelet nêzî biryara me ya bêçalaktiyê nebin. Dixwazin beriya hilbijartinê şerekî bidin desptêkirin.”